KOMXEBATA VEAVAKIRINA BAJARAN BI ZAROKAN RA
17-18 Gulan 2026 | Navenda Kogreyê ya Çand Amedê
Ev komxebat bi bandora encamên lêkolîna “Binpêkirinên Mafên Zarokan” hatîye plankirin ku piştî erdhejên 6ê sibatê; li Dîlok, Meraş, Meletî, Semsûr û Hetayê hatîye meşandin. Lêkolîna ku di sala 2025an da bi dawî bû; nîşan dide ku zarok di warê gihîştina maf û azadîyan da bi zehmetîyên mezin ra rûbirû dimînin. Lêkolîn herweha balê dikişîne ser wê yekê ku ev zehmetî ne bi tenê li herêma erdhejê hene, lê arîşeyên strukturî ne ku li seranserê Tirkiyeyê xuya dibin.
Ji bo ku zarok bi wekhevî, rûmet û aştî bikarin bijîn; divê berpirsîya gelemperî, aştîya civakî û jîngeheka demokratîk pêk were. Bi vê komxebatê armanca me ew e ku; em polîtîkayên wisa geş bikin ku şert û mercên zarokan baş bikin, modelekê ava bikin ku di asta herêmî da bikare bikêr be û zemînekê biafirînin ku mirov di qada mafên zarokan da bikare bi hev ra tevbigere.
Armancên Komxebatê:
-Xuyakirina rola berpirsîya gelemperî ya di parastin û geşkirina mafên zarokan da;
-Geşkirina pêşnîyazên şênber û pêkan yên ji bo bajarên aştîxwaz, pirreng û rêzê ji mafên zarokan ra digirin;
-Avakirina zemîneka polîtîkayê ya pardar ya di navbera rêveberîyên herêmî, civaka sîvîl û pisporan da;
-Avakirina modeleka pêkan û seteka prensîban ku li ser bingeha beşdarîya zarokan bilind dibe;
-Afirandina parvekirina tecribeyan û qada hînbûna pardar ya di navbera xebatên zarokan yên herêm û dezgehên cuda da.
Bersivên ku hûn dê bidin vê formê, dê alîkar bibin ku em naveroka komxebatê bişekil bikin û we bi awayê herî rast bi cih bikin.
Ji bo tevkarîya we, em spas dikin.