Atolyeya Felsefeyê
Em wek Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê re di wergiriya projeya “ji bo siberojên maftirîn” de ji pênç atolyeyên ku em ê birêve bibin a yekemîn di “Atolyeya Felsefeyê de me dest bi “Mafê Zimanê Zikmakî”” kir. Em vê kêfxweşiya xwe bi we re par ve dikin.
Ji Dinyayê Dengên Kurdî
Wek Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi tevkariya Balyozxaneya Swîsreyê ku me dest bi projeya “Ji Dinyayê Dengên Kurdî”kiribû, bi kêfxweşiyek mezin xelasbûna wê radigihînin we.
Ber bi Siberojê ve Mafdartir
Em, Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, gelekî bextewar in ku hêcana pêkanîna projeya xwe ya sêyem a 2022’yan bi we re par ve dikin. Me bi piştgirîya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê dest bi projeya xwe ya bi navê “Ber bi Siberojê ve Mafdartir” kir. Projeya me gelekî berfireh e û hûrgilîyên wê li jêr in
Rêwîtîya Ber Bi Dinyaya Anîmasyonê Ve Dest Pê Dike!
Em wekî Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, bi hêcan radigihînin ku me dest bi projeya Rêwîtîya Ber Bi Cîhana Anîmasyonê ve kir ku ji alîyê projeya Yekîtîya Ewropayê ya bi navê CultureCIVIC: Bernameya Piştgirîyê ya Çand û Hunerê ve tê fînansekirin.
Dengên bi Kurdî ji Cîhanê
Em bi kelecaneke mezin radigihînin ku me bi navê Komeleya Berê Zarok û bi piştgirîya Balyozxaneya Swîsreyê, dest bi Projeya Dengên bi Kurdî ji Cîhanê kiriye.
Em 10 pirtûkên Klasîkên Zarokan yên Cîhanê dikin pirtûkên bideng. Em dê herweha van pirtûkên bideng dîtbar bikin û di platformên dîjîtal û Zarok TVyê de biweşînin.
Kargeha Felsefeya Bi Zarokan Re
Kargeha Felsefeyê ya ji bo Zarokan a ku ji aliyê Bernameya Tevlîbûna Zarokan a Mîkro-Fondê ve tê fînansekirin, di navbera 16-18’ê Nîsana 2019’an de bi beşdariya 100 zarokên Koleja Dîcle Firatê...
Festîvala Zarokan A Sûrê
Weke Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, di heyama pêkanîna projeya ku me ji bo zarokan çêkiribû de, derfeta me hebû ku em bi gelek sazî û rêxistinên mîna me re kar bikin û bicivin. Bi dîtina me dema xebatên van saziyan bi hev re bên meşandin bandora van saziyan wê gelekî zêdetir bibe; Beriya her tiştî me bi Ma Music Center, Şanoya Bajêr a Amedê û Zarok TV’yê re parve kir ku em bi hev re dixebitin û dibin dildarên hev...
Muzîkala Zarokan: Pîre Û Rovî
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok li Amedê bi beşdariya 15 zarok û 2 destekdaran atolyeya çîrokan a ku 10 rojan berdewam dike û bi rêbaza anîmasyonê 10 çîrokên cuda cuda tên vegotin, li Amedê organîze dike...
Çalakiya Çîrokan
Weke Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, di mehên Adar û Nîsanê de her şemî Çalakiya Çîrokê dihat lidarxistin.
Di çalakiyan de çîrokên kurdî û tirkî hatin gotin û nivîsandin.
Mafê Min Heye
Em vîdeoya bi sernavê “Hakkım Var – Mafê Min Heye” ya ku xalên Peymana Mafên Zarokan ên li ser mafên zarokên penaber, astengdar û karkeran bi bîr tînin, bi we re parve dikin.
Em di wê baweriyê de ne ku vîdyoya ku me bi piştevaniya Yekîtiya Ewrûpa ya di çarçoveya Bernameya YE ya Sifîl Bifikire de amade kiriye dê bibe alîkar ku mafên zarokan bihêztir bibe.