
Bi hevparîya Ajansa Hevkarîya Pêşketinê ya Katalan; Projeya ‘Em ji bo Mafên Jin û Zarokan Xurt Dibin!’
Em ji bo Mafên Jin û Zarokan Xurt Dibin!
Me dest bi projeyekê kir ku armanca wê ew e ku mafên zarok û jinan yên civakî, çandî û jîngehî biparêze û xurttir bike.
Di vê projeyê da, em palpiştîya civakî û huner, çand û hunerê digihînin hev.
Armanca Projeya Me
Projeya me dê pêşî aramanc bike ku binpêkirinên mafên zarokan yên piştî erdheja 6ê sibatê tesbît bike û bi tevkariya dînamîkên herêmî, ji bo çareseriyê pêşnîyazên xwe pêşkêş bike.
Proje, herweha dê bi pisporên herêmî û navneteweyî ra di çerçoweya parvekirina tecribeyan da terapîyên hunerî; bi keçik û jinan ra xebatên wekhevîya civakî ya zayendî, tenduristîya zayendî û kargehên tenduristîya zêdebûnê saz bike.
Herî dawî, em dê bi zarok û ciwanên 7-18 salî ra, kargehên çandî-hunerî û afirînerî li dar bixin; bi van kargehan pêvajoya wan ya zanistî, hestyarî û zîhnî xurt bikin û di encamê da mihrîcanekê çêbikin ku berhemên kargehan tê da cih digirin.
Em Çi Dikin?
Belgekirina Binpêkirina Mafan û Parêzvanî:
Em di derbarê binpêkirina mafên zarokan da li Semsûr, Dîlok, Hetay, Meletî û Meraşê îhlalên mafan qeyd dikin, wan bi rêbazên zanistî analîz dikin û pêşnîyazên polîtîkayê geş dikin.
Em bi tevkarîyên herêmî û navneteweyî balê dikişînin ser binpêkirina mafan û pêşnîyazên çareserîyê pêşkêş dikin.
Komxebata Mafên Zarokan
Em dê bi saya dane û tesbîtên lêkolîna meydanî ya di derbarê binpêkirina mafên zarokan da, li Dîyarbekirê bi pêşengîya pisporan bi dezgehên civaka sîvîl, departmanên eleqedar yên şaredarîyan û pardarên xwe yên projeyê ra komxebatekê çêbikin.
Di encama vê komxebatê da em dê “Belgeya Polîtîkayê ya Mafên Zarokan” amade bikin û bi raya giştî ra parve bikin.
Kargehên Terapîya Hunerê:
Em dê bi rêya partnerekê xwe yên projeyê TACCê, bi pisporên herêmî ra kargehên parvekirina tecribeyê û terapîya hunerê li dar bixin.
Bi saya encamên van kargehan, em dê bi pisporên herêmî ra hesabê “başî û dilxweşîya” zarok û ciwanan bikin û kargehên çand û hunerê bi perspektîfeka firehtir pêk bînin.
Kargehên Wekhevîya Zayenda Civakî û Tenduristîya Zayendî-Tenduristîya Zêdebûnê:
Em dê ji bo keçik û jinan kargehên bi sernavên wekhevîya zayenda civakî, şîdeta li ser esasê zayenda civakî, tenduristîya zayendî û ya zêdebûnê li dar bixin.
Armanca me ew e ku em kapasîteya zanîn, helwest û hişmendîya keçik û jinan ya di van qadan da xurt û destek bikin.
Kargehên Çand-Huner û Afirînerîyê:
Em dê li Amedê kargehên çand-huner û afirînerîyê yên wekî muzîk, şano, resim, wêne û teknolojîyê li dar bixin; bi vî awayî hunerên zarokan geş bikin û piştevanîyê bikin ku ew mafên xwe yên çandî bi kar bînin.
Mihrîcana Zarok û Ciwanan:
Zarok û ciwan dê tecribeyên xwe yên kargehan li ser dikê bi kar bînin û berhemên xwe di mihrîcana zarok û ciwanan da pêşkêş bikin ku em dê li dar bixin.
Mihrîcana me, li ser xeta pirçandîyê dê bi felsefeyeka ku piştgirîya çeşîddarîya çandî, bi pêşengîya zarok û ciwanan bê lidarxistin.
Em bi hev ra xurttir in!
Di vê rêyê da ku em dixwazin dengê zarok, ciwan û jinan li ser bingeha mafan bilind bikin û palpiştîya civakî xurt bikin hewceyîya me bi piştevanîya we heye.
Em bawer dikin ku em dikarin bi hev ra dahatîyeka dadmend, wekîhev û mişt hêvî ava bikin.
Terapîya Hunerê – Perwerdeya Hînkeran:
Stop Motiona ku zarokan di kargehên afirînerîyê yên Zarok TVyê da çêkirine:
Vîdeoya Mihrîcanê:
Wêneyên danasîna projeya me:
Dîmenên ji Kargehan:
Podcasta me ya bi navê “Pistepist” di li pêşberî we ye! Di vê podcastê em mafên zarok û jinan diaxivin û em tenê cih nadin pisporan, aktîvîstan yan jî mezinan. Di vê podcastê da zarok jî hene.
Ne zarokên ku di derheqê wan da tê axiftin lê zarokên ku diaxivin…
Ji ber ku em dizanin ku mafên zarokan, nikarin bêyî zarokan bên nîqaşkirin; her wekî ku mafên jinan nikarin bêyî tecribeyên jinan bên axiftin.
Kerem bikin hemû beşên me guhdar bikin.


























