Me bi tevkarîya @unfpaturkiye & @sabancivakfi da rê da ku em piştevanîya pêşîbirîna zewaca di temenê biçûk da û bi zorê bikin.
Em dê li Çinar û gundên wê bi kargehên ji bo mêran, serdanên meydanî û xebatên belgefîlman wekhevîya zayenda civakî û mafên zarokan bi hev ra xurt bikin.
Bi vê projeyê;
Bi serdanên meydanê hevdîtin dê bi failên herêmî yên gundan ra bên kirin, daxwaz û pêdivîyên koman dê li cihê cih bên dîyarkirin.
Bi hevdîtinên lêhaybûnê yên bi du merhaleyan yên ku dê bi mêran ra bên kirin; dê nîqaşa wekhevîya zayenda civakî, encamên zewaca di temenê biçûk da û bi zorê û modelên mêranîyê yên alternatîf bên kirin.
Di projeyê da ekîbeka profesyonel dê hem xebatê bi belge bike hem hevpeyvînekê pêk bîne.
Di hevdîtina bidawîkirina projeyê da, daneyên ku li meydanê bi dest ketine, pêşandana belgefîlmê û hevpeyvînê bi raya giştî ra bê parvekirin.
Ev dane, dê bigihîjin sazîyên eleqedar û Dezgehên Civaka Sîvîl û veguherin çareserîyên mayinde.
NÛJENKIRIN: 20 Nîsanê 2026
Me xebata sahayî ya projeya xwe ya “Ji Qebûlkirina Bêdeng Ber bi Têkoşîna Aktîv” temam kir!
Di vê projeyê de, ku bi hevkariya Şaredariya Çinarê û piştgiriya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) û Weqfa Sabancı ve tê meşandin, me li 10 gundên navçeya Çinar a Dîyarbekirê ji bo mêran atolyeyên hişyariyê li dar xistin, ku bal kişandin ser zewacên zû yên bi zorê.
Van atolyeyan pirsgirêkên psîkolojîk, sosyolojîk û tenduristiyê yên ji ber zewacên zû çêdibin çareser kirin, û armanc ew bû ku hişyariyê li ser rola zewacên zû di îstismara zarokan de zêde bikin.









