Di Derbarê Me De
xebatên me doza me ne...
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, di çarçoveya peymannamayên zarokan de ji bo bi rêvebirina xebatên pêşxistina aliyên psîko-sosyal, çandî, hunerî, zimanî, zênî û fîzîkî ya zarokan û ji bo piştgirîkirina wan kes û saziyên ku divê mijarê de dixebitin di sala 2017’an de li Amedê hatîye damezrandin.
Armanca komeleyê pêşxistina projeyên di mijarên cihê cihê yên çandî û hunerî de, hilberîna bi beşdarî û pêşengiya zarokan e û her wiha dê komele hewl bide van berheman bi rêya platformên medyaya dîtbarî bigihîne girseyeke fireh a zarokan. Divê çarçoveyê de komele xebatên hevpar dike da ku van berheman bi rêya Zarok TV ku bidiyalektên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî ji bo zarokan weşanê dike bigihîne zarokan.