Em Di Kenên Zarokan De Hatin Gel Hev!
Weke Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, di heyama pêkanîna projeya ku me ji bo zarokan çêkiribû de, derfeta me hebû ku em bi gelek sazî û rêxistinên mîna me re kar bikin û bicivin.
Bi dîtina me dema xebatên van saziyan bi hev re bên meşandin bandora van saziyan wê gelekî zêdetir bibe; Beriya her tiştî me bi Ma Music Center, Şanoya Bajêr a Amedê û Zarok TV’yê re parve kir ku em bi hev re dixebitin û dibin dildarên hev.
Dema ku fikra me ji van saziyan piştgiriyeke mezin girt; Me bi;
Komeleya Hêviyên Rengîn, Lotus, ZarokÇA, Komeleya Ekolojiyê, DSM, MedDER, Mala Hunerê ya Laleş, Civaka Çand û Hunerê ya Amidart, Anadolu Kültür, ZimZim, ICC, Komeleya Sînemaya Rojhilata Navîn û Odeya Bazirganiyê ya Amedê re parve kir.
Ya ku me bi heyecan pê re dît ev e; Şaredariya Sûrê ya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi tevlîbûna çalakiyên xwe hêz dan festîvala me.
Çalakiyên me li dar xistin û piştgirî dan festîvala me.
Bi vî awayî derfeta me çêbû ku em bi ruhekî kolektîf bernameyeke festîvalê ya 5 rojan pêşkêşî eleqe û qedrê zarokên xwe bikin.
Em di wê baweriyê de ne ku ev awayê xebata hevpar dê hemû xebatên bajarê me ronî bike.
Her wiha bi festîvala me re dê û bavên zarokên me û mezinên din jî fersend dîtin ku bi huner, wêje, xweza û zanistê derbasî cîhana bêguneh, rengîn û şad a zarokan bibin.
Dîmenên ji Festîvalê..