PIŞTGIRÎ VEDIJÎNE!
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, piştî erheja 6’ê Sibatê ya ku navenda wê Meraş bû, xebatên xwe yên ji bo pirsgirêkên piştî erdhejê û rêyên çareserîyê, bi hesasîya roja pêşî berdewam dike. Nexasim piştî erdhejê, em hewil didin ku fealîyetên xwe ji gelek hêlan ve bi pêş ve bibin, bi van fealîyetan pirsgirêkên piştî erdhejê nîşan bidin û rêyên çareserîyê zêdetir bikin.
Ji roja yekem heta niha, em pê dizanin ku xebatên li herêma erdhejê divê bi misogerî dûdirêj bin û li hedefan/encaman hûr bibin. Piştî erdhejê, di warê pirsgirêkên zarok -ku em li wan hûr dibin- û jinan de, ji bo xebatên serkeftî, yek ji rêyên herî giring ew e ku bi analîz û rêberîya daneyên zanistî rêyên çareserîyê bên dîtin. Em di vê çarçoveyê de hewil didin ku di warê perwerdehî, tenduristî û xebatên çandî de bi lêkolîn û statîstîkan perspektîfa herî rast û bikêr ava bikin.
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, ji erdheja 6’ê Sibata 2023’yan û vir ve, di serî de Semsûr û bajarên wekî Meraş, Meletî, Xetay û Dîlokê yên ku erdhejê bandoreke mezin li wan kiribû; di çarçoveya madî, manewî û dilxwazî de fealîyetên curbicur dimeşîne. Bi vê mebestê me du serdemên cuda, xebatên fîzîbîlîteyê pêk anîn ku van pênc wîlayetan dihundirînin. Pêşî li Semsûrê me tesbît kir ku di navbera mezinbûna xisarê û alîkarîyê de korelasyoneke negatîf heye. Ligel ku koma hedef/armanc ya bingehîn ya komeleya me zarok in û me îxlalên ku zarok dijîn bi rêya dilxwazên xwe û çavdêrîyan dîyar kiribûn; me dît ku pêdivî heye ku em van îxlalan bi rêberîya daneyan û raporan bikin rojev. Piştî çavdêrîya nêzî 3 mehan me dîyar kir ku zarok di serî de mafê perwerdehîyê; di warê mafê tenduristê, mafê bicihbûnê, mafê xwarinê/têrbûnê û mafê lîstikê de merûzê gelek îxlalan dimînin. Herwiha me dît ku berpirs tevdîran hewce nagirin; ligel hemû rîskan di her merhaleya bobelatê de, ne xwedîyê planeke destek û midaxeleyê ne ku li hewceyîyên zarokan hûr dibe. Li ber çavan e ku, eger daneyên li ser mezinbûn û bandorên hemû îxlalên ku zarok rûbirû dimînin (mafê perwerdehîyê, mafê tenduristê, mafê bicihbûnê, mafê xwarinê/têrbûnê û mafê lîstikê) bi metodoljîyeke rast bên bidestxistin, bi vî şeklî têkevin rojevê û piştî van daneyan hewceyîyên ku dîyar bibin, bên ragihandin û berbelav kirin, ev yek ji bo sazîyên civaka sîvîl dê meydaninan ava bike ku em bikarin ji bo problemên heyî aksîyonan hilberînin.
Di vê çarçoveyê de, Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi hevkarîya “Sivil Duşun” bi Navenda Xebatên Meydanî ya Sosyo-Politik, di navbera 12-19 Tebaxa 2023’an de, li gund û çolterên Semsûrê, bi 215 malbatan re, li ser kêmasî, hewceyî û îxlalên mafan yên ku zarok di erdhejê de û piştî erdhejê merûz mane, xebateke meydanî da kirin.
Hate tesbîtkirin ku bi gihîştina qadên lîstinê de mafê lîstikê, bi gihîştina dibistan/navendên perwerdehîyê mafê perwerdehîyê, bi gihîştina xizmetên tenduristê mafê tenduristê û di qadên din ên di derbarê mafên mirovan de û di gihîştina şert û mercên jîyaneke însanî de kemasîyên mezin hene. Pirsên vê xebatê ji du beşan pêk tên. Di beşa yekem de pirsên demografîk hene ku dixwazin daneyên sosyo-ekonomîk yên malbatan berhev bikin. Di beşa duyem de ew pirs hene ku hejmara zarokên malê, gihîştina perwerdehîyê ya zarokan, gihîştina xizmetên tenduristê, gihîştina qadên lîstinê û bidestxistina hewceyîyên bingehîn dîyar dikin.
Piştî lêkolînen ku me kirin, xuya bû ku li çoltera Semsûrê rêjeya xwendin û nivîsînê gelekî kêm e. Derdikeve holê ku asta perwerdehîyê ya ji 3 paran 2 parên koma lêkolînê di binîya lîseyê re ye. Ev encam nîşan dide ku mafê perwerdehîyê yên zarokên ji 18 salî biçûktir, bi hin sedeman hatîye îxlalkirin. Ji %70,7’ê yekûna koma lêkolînê ne xwedîyê sîgortayekê ye. Di nava vê komê de yên ku xwedîyê ‘Yeşil Kart’ê (Karta Kesk) ne bi tenê dikarin xwe bigihîjînin xizmetên tenduristê; rêjeya tê behskirin di serî de teqawidî, xuya ye ku ne xwedîyê mafên ewlehîya sosyal in. Ev rewş dîyar dike ku di serî de mirovên ku mecbûr in abora xwe bi cotkarî û ajelvanîyê bikin, nêzî ji 3 paran 2’yê mirovan dê mecbûr bimînin ku heta sax bin bixebitin.
Yek ji xebatên herî giring ku divê li herêma erdhejê ji bo mirovan bê kirin xebatên piştgirîya Psîko-Sosyal e. Mixabin ji %97,7’ê beşdarên xebatê gotine ku ew nikarin xwe bigihîjînin vê xizmetê. Ev xebat gelekî giring in ji bo ku hem zarok hem dêûbav vegerin jîyana xwe ya normal, lê li çoltera Semsûrê hema bibêjin negihîştine ti kesî. Ev yek nîşan dide ku di tekoşîna teravmayên xwe de ev mirov tenê hatine hiştin.
Ji bo zarokan yek ji hewceyîyên herî giring ew e ku zarok bi lîstikan bilîzîn û bi hevalên xwe re wext derbas bikin. Me di derbarê qadên wisa de xebatek kir û dîyar bû ku piştî Erdheja Meraşê ya 6’ê Sibatê piranîya kesên ku beşdarî xebatên şopandinê bûne negihîştine desteka psîko-sosyal, zarok ji perwerdehîya xwe mane, mafê xwarinê/têrbûnê û mafê gihîştina şertên hîjyenîk bi hin sedeman hatine îxlalkirin, ji ber ku qadên lîstine kêm in zarok nikarin bi hevalên xwe re li qadên ûmûmî wext derbas bikin û qadên ûmîmî yên zarokan piştî erdhejê ji bo mirovên bêmal mane hatine veqetandin. Wekî encam, bi mafê bicihbûnê re mafê zarokan yên perwerdeyê, tenduristê, xwarinê û lîstinê jî hatine îxlalkirin.
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok dê bi xebatên xwe yên heyî û yên siberojê, bobelata erdhejê her gav derxîne pêş û hewil bide ku çareyan bibîne ku ev bobelat bi rojeva hilbijartinê û bi gengeşîya sîyasî ya giştî kêm xuya nebe.
Bi saya daneyên lêkolînên me û analîzên zanistî, li herêma erdhejê ji bo hewceyîyên zarokan xebatên me dê her xurttir bibin.
27.09.2023
Bi rêzdarî
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok
Vîdeo û Grafîkên Dîtbarî