Piştgirîya Çandî û Mihrîcana Zarok û Ciwanan ya Komîra Semsûrê ya Yekem
Em bi kêfxweşîyeka mezin radigihînin ku me dest bi projeya bi navê “Piştgirîya Çandî û Mihrîcana Zarok û Ciwanan ya Komîra Semsûrê ya Yekem” kir ku dê 12 mehan bidome û em dê bi hevkarîya Weqfa Çand û Hunera Stenbolê û beşdarîya Şaredarîya Komîrê, Şanoya Bajêr a Amedê û Navenda Ma Muzîkê li dar bixin!
Em li Komîra Semsûrê, Navendeka/Cihekî Çand û Hunerê ya 257 m2yî ava dikin. Li vê navendê saloneka şanoyê heye ku 105 kes tê hiltên û herweha kargehin hene ku ji bo gelek çalakîyên çandî û hunerî guncaw in.
Piştre, em dê kargehên wekî “Orkestraya Rîtma Xwezayî”, “Koroya Dengên Zarokan”, “Koroya Dengên Jinan” û “Lîstikvanî” û herweha di çarçoveya “Kargehên Afirînerîyê” da kargehên Hunerên Destkarîyê, Teknolojî û Dîzayn, Karîkatur, Fotografgirîyê bimeşînin.
Hem li Semsûrê hem li Amedê bi giştî 200 zarok û ciwan dê tev li vê projeyê bibin.
Me bişopînin û danezanan vekin da ku hûn di derbarê kar û xebatên me da agahdar bibin.
08.02.2024
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok