Komeleya Berî Her Tiştî Zarokê di konteksta “Mafê Zimanê Dayikê” da, di navbera 25ê kanûna paşîn û 5ê sibata 2023yan da, ji bo kurmancî û kirmanckî/zazakî yên dîyalektên/zaravayên kurdî xebateka meydanî çêkir.
Armanca vê xebatê ew bû ku bikaranîna zimanê dayikê, cihên ku zimanê dayikê bi kar tînin, amûrên ku ji bo bikaranîna zimanê dayikê hatine çêkirin, pîvandina van amûran û geşkirina haydarîya mafên zimanê dayikê yên zarokên ku bi zaravayên kurmancî û zazakî diaxivin destek bike.
Di çarçoveya vê xebatê da li Amedê bi 260 zarokî hevdîtinên rûbirû çêbûn.
Forma pirsan a hevdîtinê bi van mebestan hat dîzaynkirin: famkirina temen, zayend, asta bikaranîna zimanê dayikê ya zarokî, derfet û helwesta ji bo hînbûna zimanê dayikê, lêhaybûn, têgihan û daxwazên di derbarê zimanê dayikê da.
Daneyên vê xebatê nîşan didin ku;
Li Amedê Kurdî endam e ku di warê hînkirin, bikaranîn û berdewamîyê da têkeve nava zimanên birîsk.
Zarok jîyana xwe ya rojane bi piranî ne bi zimanê dayikê didomînin, îmkanên zarokan tune ne ku zimanê dayikê ji derveyê malbata xwe hîn bibin û biaxivin, malbat jî di gel vê rewşê nikarin alternatîfekê biafirînin.
Yek ji xalên herî giring ew e ku mirovên ku bi dîyalekta kirmanckî/zazakî diaxivin li gor mirovên ku bi dîyalekta kurmancî diaxivin; hejmara wan gelekî kêmtir e di warê axiftina bi zimanê dayikê da gelekî pasîftir in.
Dane nîşan didin ku pêşeroja her du dîyalektên kurdî xeter e lê hewceyîya dîyalekta zazakî ya bi tedbîr û çareserîyên acîl gelekî zêdetir e.
Hûn dikarin vê derê bitikînin û rapora me bixwînin.