Xebatên Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, bi awayekî bingehîn li ser mijarên çand, huner, mafên zarokan, ekolojî, wekheviya cinsî, zanist û teknolojî, ziman û spor e. Komele di van mijaran de di qadên hilberînê yên ku hatine diyarkirin de, dê bixebite.

Bi awayekî bingehîn çar qadên xebatê yên komeleyê hene:

1- Produksiyon
Komele ji bo bigihêje armancên xwe, bi temayên cihêreng dê projeyan pêşbixe û produksiyonên derheqê zarokan de pêk bîne. Di nav van produksîyonan de di serî de fîlmên anîmasyonî, spotên giştî û bernameyên televîzyonê tên. Komele bi tevî van yekan ji xwe re kirîye armanc ku pirtûkên çîrokan yên bi deng û yên bi resim biweşîne.

2- Lêkolîn
Komele dê li gorî armanc û li ser mijarên ku peywendîdar in lêkolînan bi rê ve bibe û encamên wan lêkolînan wekî rapor û belgefîlm digihîne raya giştî.

3- Xebatên Perwerdehîyê
Komele, di çarçoveya vê bernameyê de, di mijarên ku li jorê hatine diyarkirin de ji bo zarokan xebatên atelyeyî werin birêvebirin. Di van atelyeyan de zarok bi zimanê xwe yê dayikê dimijarên cihêreng de sûd ji xebatan werbigirin. Zarok divan qadan de xwepêşbixin û dibin xwedî zanyarî û tecrubeya hilberînê. Di van mijaran de zarokên zîrek ku dixwazin perwerdehîya xwe bidomînin dê piştgirî ji bo wan were dayîn.

4- Çalakiyên Saziyî
Komele li ser mijarên ku peywendîdar in bi armanca xwe re ji bo zarok, dê û bav, mamoste û xwedî pîşeyên din ên ku li ser zarokan dixebitin çalakiyên wekî panel, konferans, sempozyum, komxebat, semîner hwd. bi rê ve dibe.

Em Çi Tiştan Dikin?