Bi projeya “Deng û Reng” ku em bi tevkarîya Yekitîya Ewropayê û CultureCivicê: Bernameya Piştgirîya Çand û Hunerê dimeşînin, em dê di zaravayê kurdîya kurmancî da perwerdehîya dûblajê bidin 15 ciwanên 14-18 salî yên ku li Amedê dijîn.🎙️✨
📌Bi vê projeyê:
*Ciwan dê li gel perwerdekarên profesyonel teknîkên dengdanê hîn bibin û deng bidin wan karakterên anîmasyonê ku dê werin hilbijartin.
*Ciwan dê hesta aîdbûna di derbarê zimanê dayikê da xurt bikin, bi saya kargehên zimanî yên afirîner yên di kurdîya kurmancî da tev li qonaxên hilberîna çandî bibin.
*Berhemên ku ew dê biafirînin bi nîşandanekê ji bo gel bi raya giştî ra bên parvekirin.
4 ciwanên ku perwerdehîyê bi awayekê serkeftî temam bikin, dê bi tevkarîya Zarok TVyê, hilberîna xwe ya afirînîren ya bi zimanê dayikê bidomînin!
NÛJEN: 26 SIBAT 2026
Me projeya “Deng û Reng” li Amedê bi beşdarîya 15 zarokên di navbera 10-18 salî de bi dawî kir.
Wekî beşek ji projeyê, beşdaran bi beşdarbûna di bernameyên atolyeyên berfireh û xebatên stûdyoyê yên pratîkî yên di warê teknîkên dûblaj û dengdanê yên Kurdî de, hejmareke mezin naveroka resen hilberandin. Piştî çar mehên perwerdehiyê, em di şahîyeka bidawîkirinê de li hev civiyan ku tê de sê naverokên wek anîmasyon/kartonan yên ji bo weşanê amade, bi temaşevanan re hatin pêşdanîn.
Di çalakîyê de, ligel anîmasyonên ku ji aliyê zarokan ve deng lê hatibûn kirin, Kovara Çîrokên Zarokan ya bi navê “Nivîskaren Biçûk” ku ji aliyê zarokan ve hatibû nivîsandin jî hat pêşkêşkirin. Heşt ji wan zarokên ku beşdarî atolyeyê bûn, nivîsên ku bi zimanên xwe yên zikmakî nivîsîbûn veguherandin projeyeke kovarê ya hevpar.
Bi projeya “Deng û Reng”, me careke din dît ku beşdariya zarokan ya di hilberîna afirîner de bi zimanê wan yê dayîkê, modeleka çandî-hunerî ya domdar pêk tîne ku beşdarîya çandî û pirrengîyê xurt dike.









