Em, Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, gelekî bextewar in ku hêcana pêkanîna projeya xwe ya sêyem a 2022’yan bi we re par ve dikin. Me bi piştgirîya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê dest bi projeya xwe ya bi navê “Ber bi Siberojê ve Mafdartir” kir. Projeya me gelekî berfireh e û hûrgilîyên wê li jêr in.
1- Xebatên Şopandin û Raporkirina Mafê Zimanê Zikmakî:
Em dixwazin xebatên şopandin û raporkirina mafê zimanê zikmakî yê zarokan bidomînin ku komeleya me ev du sal in bi rê ve dibe. Em dê xebata şopandin û raporkirina van îxlalên mafî bikin ku zarok di kurdîya kurmancî û kurdîya zazakî de li wan rast tên: bikaranîna zimanê zikmakî, cihên ku zimanên zikmakî bi kar tînin, kelûpelên ji bo pêşketina zimanê zikmakî hatine afirandin, gihîştina zarokan a van kelûpelan, zehmetîyên di bikaranîna zimanê zikmakî de. Zaravayê zazakî, li gor UNESCO’yê di nava wan zimanan de ye ku winda dibin û herkes dizane ku di warê bikaranîna vî zaravayî, hînbûna zarokan û gihîştina kelûpelên vî zaravayî de zehmetî hene. Di warê geşkirina bikaranîna kurdî de xebatên cuda hene lê bi ya me pêwîst e kelûpelên ku zarok ji bo hînbûna ziman bi kar tînin, xebatên ku teşwîq dikin û zehmetîyên ji bo bikaranîna ziman werin şopandin. Loma, em dixwazin ku xebatên şopandin û raporkirinê berdewam bikin û xebatên spesîfîk ji bo zaravayên kurmacî û zazakî pêk werin. Xebatên qadî dest pê kirine; armanca me ew e ku Sibata 2023’yan vê xebatê bi dawî bikin û raporê bi raya giştî te par ve bikin.
2- Şopandina Mafên Çandî yên Zarokan:
Zarokên ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nabin, yên ku bi zehmetî zimanê xwe yê zikmakî bi kar tînin di fêrbûn û tecribekirina çanda xwe de zehmetîyan dikişînin. Li herêmên ku kurdî zimanê zikmakî ye, ne mimkin e ku zarok bi zimanê xwe awaz, çîrok, hîkaye, efsane û lîstikên xwe hîn bibin. Ev rewş dike ku zarok ji nirxên çanda xwe bi dûr bikevin û bandoreke neyînî li pêşketina sosyal û psîkolojîk a zarokan bibe. Em dixwazin bibêjin ku bi saya projeyê cara yekem dê di derbarê mafên çandî yên zarokan de xebateke şopandin û raporkirinê bê kirin. Em dê bişopînin ku zarok bi zimanên xwe digihîjin kelûpelên çandî an na, zimanê xwe fêr dibin an na û zimanê xwe di çi astê de bi kar tînin. Xebatên qadî dest pê kirine; armanca me ew e ku Sibata 2023’yan vê xebatê bi dawî bikin û raporê bi raya giştî te par ve bikin.
3- Mafên Çandî û Kargehên Afirînerîyê:
Armanca me ew e ku em bi komeleyî xebatên kargehî yên muzîk, anîmasyon, amadekirina vîdeoyan û hwd. bidomînin ku bi zarokan re tên kirin.
Em derpêş dikin ku her kargeh bi temaya mafekî bingehîn pêk were. Kargehên ku em plan dikin ev in:
-Kargehên Felsefeyê (Mafê Zimanê Zikmakî):
Di van kargehan de armanca me ew e ku zarok ji mafên zimanên zikmakî agehdar bibin û di derbarê van mafan de nîqaşan bikin. Em di van kargehan de, bi şêwaza PC4ê, bi rêya kêsên ku kar hêsan dikin, qonaxeke kargehê armanc dikin ku zarok têgeha zimanê zikmakî, mafê zimanê zikmakî û kemasîyên ji ber vî mafî peyda dibin nîqaş bikin û van têgehan bi awayekî mayînde tev li ramanên xwe bikin. Em dê bikin ku zarok ji navçeyên navendê û çolterê beşdarî van kargehan bibin. Her zarok dê beşdarî 2 kargehan bibe, ji bo 45 zarokan em dê 6 kargehan li dar bixin.
-Kargehên Lîstikvanîyê (Lîstika Rolên Wekhev):
Em dê bi 20 zarokî, di du mehan de, 8 kargehan saz bikin. Bi saya perwerdehîya lîstikvanîyê em dê bikin ku zarok lîstikeke ku li zayenda civakî hûr dibe amade û pêşkêş bikin. Bi kargehên lîstikvanîyê, em dê bikin ku zarok di mijara wekhevîya zayenda civakî de hinekî hesastir bin.
-Kargeha Anîmasyonê (Mafên Mirovan):
Em dê bikin ku bi saya van kargehên ku dê hunerên pirsyarîkirin, xeyalkirin, biprojekirin û ragihandina zarokan geş bikin; zarok mafên xwe fêr bibin. Ji bo 15 zarokan, 3 mehan dê 10 kargeh bên lidarxistin û zarok dê di qada mafên zarokan de di warê nivîsîna senaryoyan, xêzkirin, şêweyên anîmekirina xêzan û teknîkên dengdanê de xebatan bikin.
-Kargehên Fotokêşîyê (Mafên Hawirdorê):
20 zarok bi 2 koman dê beşdarî 4 xebatên kargehê bibin. Em dê perwerehîya bingeha fotografan, fotokêşîya hawirdorê û xwezayê bidin û di dawîya kargehan de em dê pêşangehekê li dar bixin ku ji fotografên zarokan ên di derbarê mafê hawirdorê de pêk tê.
-Kargeha Karîkaturê (Azadîya Derbirînê):
Mafên Mirovan, yek ji mijarên sereke yên hunera karîkaturê ye û îxlalên mafên mirovan bi rêya xêzan xuya bûne. Li Tirkîyeyê jî, van 20 salên dawî, îxlalên mafî yên di çarçoveya azadîya derbirînê de bûne xwedî cihekî navendî. 20 zarok dê du mehan di warê karîkaturê de tev li kargehan bibin. Em dê pêşangeheke bi temaya azadîya derbirînê li dar bixin ku ji xebatên zarokan pêk tê.
Armanca me ew e ku em bi saya kargehên mafên çandî û afirînerîyê alîkarîyê bidin perwerdekirina aktîvîstên mafên mirovan.
4- Xebata Xezefîlmên Danasîna Dewlemendîyên Dîrokî Çandî:
Me di bin banê komeleyê de, bi hevkarîya Weqfa Koçê û Zarok TVyê, berî niha xêzefîlmeke bi navê “Gergerok”ê çê kir û bi vî awayî dewlemendîyen dîrokî çandî yên bajarê Amedê bi xêzefîlmên bidûblaj dan nasîn. Xêzefîlmê ku ji 3 beşan pêk dihat bi rêya Zarok TV’yê gihişt zarokan. Gelekî giring e ku xebatên xêzefîlman berdewam bikin lewra ew amûrine gelekî bibandor in. Bi mebesta danasîna dewlemendîyên dîrokî çandî yên Amedê û bajarên derdorê, di meha îlonê de amadekarîyên 6 beş xêzefîlm hatine destpêkirin û di demeke nêzîk de dê amade bin ku bigihîjin temaşevenên xwe. Em dê bikin ku zarok bikarin bi rêya platformên dîjîtal û Zarok TV’yê xwe bigihîjînin xêzefîlma “Gergerok”ê.
Ji bo me, projeya “Ber bi Siberojê ve Mafdartir”, mezinbûna hêvîya me ya di derbarê dahatûyê de rave dike. Em di çarçoveya têkoşînê de, li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkîye û Dinyayê pêk tên, piştgirîya siberojê ji îro de dihonin. Herkesê ku di warê mafên mirovan de hesas in tev li vê rêwîtîyê bibe û destekê bide, ev yek dê me xurttir bike û bike ku em xebatên mezintir bikin. Di serî de, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê em spasîya hemû kes û sazîyan dikin ku bi me re ne.
Bi piştgirî,
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok – Lijneya Rêveberîyê
Projeya “Ber bi Siberojê ve Mafdartir” di çarçoveya Projeya Piştgirîdana Parêzvanên Mafên Mirovan de bi desteka Yekitîya Ewropayê hatîye amadekirin.
Berpirsîya naverokê bi tenê aîdî Komeleya Berî Her Tiştî Zarok’ê ye û bi tu awayî nayê wê wateyê ku ev dîtin ên Yekitîya Ewropayê û hevparên projeyê ne.
Fînala Projeyê:
Bi çalakvanên pêşerojê re rêwîtîyeke gewre;
120 zarok, 5 qadên pisporîyê, 5 mijarên li ser mafên mirovan.
Me pêşeroj bi hev re xeyal kir..
Ji bo cîhaneke dadmendtir..
Me pirsyarî kir, me nîqaş kir, me lêkolîn kir..
Em westîyan lê me demeke pir xweş û baş derbas kir..
Me hunerên xwe kifş kirin.. Em hînî mafên xwe bûn..
50 kargeh, Lîstikeke şanoyê, Pêşangeheke karîkaturan, Pêşangeheke fotografan..
Çalakvanên Pêşerojê Amade ne!
Hûn jî amade ne?
Di çarçoveya projeya “Ber Bi Siberojê Ve Mafdartir” de, me bi rêyên zanistî li ser gihîştina zarokan ya zimanê dayikê û mafên çandî lêkolînek kir.
Armanca me ew bû ku em bikaranîna zimanê dayikê zêde bikin û di warên cuda de bikaranîna kurdî geştir bikin.
Me pêşengîya wan lêkolînan kir ku li pêşîlêgirtina binpêkirinên mafên zimanê dayikê hûr dibin. Me encamên lêkolîna xwe ya bi 520 zarokî, bi raporekê bi raya giştî re parve kir.
Ji bo ku zarok nirxên xwe yên çandî bi zimanê dayikê nas bikin, me bi hevkarîya Zarok TV’yê rêzefîlmeke anîmasyonê ya bi navê Gergerok’ê ku ji 6 beşan pêk tê pêşkêşî zarokan kir.
Bi Gergerok’ê me di 6 beşan de 6 bajar û 6 avahîyên çandî nas kirin. Di warê mafan de rêyeke gelekî dirêj û gelek kar li pêşiya me ne.