Navenda Lêkolînên Meydanî yên Sosyo Polîtîk di navbera 25’ê Kanûna Paşîn û 5’ê Sibata 2023’yan de; li ser navê “Komeleya Berî Her Tiştî Zarok”ê, ji bo “Şopandin û Raporkirina Mafên Çandî yên Zarokan” li Amedê di warê dîyalektên Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî ên Kurdî de lêkolîneke meydanî çê kir. Armanca vê xebatê ew e ku di van waran de destekê bide wan zarokan ku dîyalektên wan kurmancîya kurdî û zazakîya kurdî ne: bikaranîna zimanê dayikê, cihên ku zimanê xwe yê dayikê bi kar tînin, gihîjtina wan amûran ku ji bikaranîna zimanê wan ê dayikê hatine çêkirin, pivandin, geşkirina lêhaybûna di derbarê mafê zimanê dayikê de.