Em Kî Ne?
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, di çarçoveya peymannameyên zarokan de ji bo birêvebirina xebatên pêşxistina aliyên psîko-sosyal, çandî, hunerî, zimanî, zênî û fîzîkî ya zarokan û ji bo piştgirîkirina wan kes û saziyên ku di vê mijarê de dixebitin di sala 2017’an de li Amedê hatîye damezrandin.
Armanca komeleyê pêşxistina projeyên di mijarên cihê cihê yên çandî û hunerî de, hilberîna bibeşdarî û pêşengiya zarokan e û her wiha dê komele hewl bide van berheman birêya platformên medyaya dîtbarî bigihîne girseyeke fireh a zarokan. Di vê çarçoveyê de komele xebatên hevpar dike da ku van berheman birêya Zarok TV ku bidiyalektên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî ji bo zarokan weşanê dike bigihîne zarokan.
Gringî
Ji ber ku Kurd li welatên ku lê dijîn ji statuyeke fermî û piştgiriya saziyê bê par in, Kurdî bi talûkeya ji nav çûyinê re rûbirû maye. Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, dê bi xebatên xwe sûdewariyê bigihîne wan xebatên ku ji bo parastina ziman û çanda Kurdî û veguhastina wê ji bo nifşên nû tên kirin.
Hema bêje nîvê civaka Kurd ku tê texmîn kirin nifûsa wê 40 mîlyon e, zarokên ku jêr 15 salî ne. Ew zarokên ku li çanda xwe biyanî dibin di pêşketina kesayetiya xwe de li rastî gelek probleman dibin. Mîna ku lîteratura peywendîdar a zanistî nîşan dide, ziman di pêşketina kesayetiya zarokan û proseya takekesbûyîn û bidestxistina aîdiyeta civakî û nirxên çandî de yek ji wan fakterên herî girîng ên destnîşanker e.
Di nav wan zarokên ku bi ziman û çanda xwe mezin nabin de rewşa dûrketina ji civakê û qetîna pêşketina kesayetî bêtir tê dîtin. Komele dixwaze roleke girîn bilîze da ku ji bo rê li berîya van kêmasiyan bigire û hewl bide zarok bi çand û nasnameya xwe re aş be û bi civaka ku têde dijî de lihevhatî be. Komele wê di vê çarçoveyê de bi tevî Zarok TV’yê ku misyoneke wê ya girîng heye zarokên Kurd bi çanda xwe mezin bibin projeyên hevpar pêk bîne û di vê guhastina zimanî û çandî ya navbera nifşan de roleke girîng bilîze.
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, di çarçoveya peymannameyên zarokan de ji bo birêvebirina xebatên pêşxistina aliyên psîko-sosyal, çandî, hunerî, zimanî, zênî û fîzîkî ya zarokan û ji bo piştgirîkirina wan kes û saziyên ku di vê mijarê de dixebitin di sala 2017’an de li Amedê hatîye damezrandin.
Armanca komeleyê pêşxistina projeyên di mijarên cihê cihê yên çandî û hunerî de, hilberîna bibeşdarî û pêşengiya zarokan e û her wiha dê komele hewl bide van berheman birêya platformên medyaya dîtbarî bigihîne girseyeke fireh a zarokan. Di vê çarçoveyê de komele xebatên hevpar dike da ku van berheman birêya Zarok TV ku bidiyalektên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî ji bo zarokan weşanê dike bigihîne zarokan.
Gringî
Ji ber ku Kurd li welatên ku lê dijîn ji statuyeke fermî û piştgiriya saziyê bê par in, Kurdî bi talûkeya ji nav çûyinê re rûbirû maye. Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, dê bi xebatên xwe sûdewariyê bigihîne wan xebatên ku ji bo parastina ziman û çanda Kurdî û veguhastina wê ji bo nifşên nû tên kirin.
Hema bêje nîvê civaka Kurd ku tê texmîn kirin nifûsa wê 40 mîlyon e, zarokên ku jêr 15 salî ne. Ew zarokên ku li çanda xwe biyanî dibin di pêşketina kesayetiya xwe de li rastî gelek probleman dibin. Mîna ku lîteratura peywendîdar a zanistî nîşan dide, ziman di pêşketina kesayetiya zarokan û proseya takekesbûyîn û bidestxistina aîdiyeta civakî û nirxên çandî de yek ji wan fakterên herî girîng ên destnîşanker e.
Di nav wan zarokên ku bi ziman û çanda xwe mezin nabin de rewşa dûrketina ji civakê û qetîna pêşketina kesayetî bêtir tê dîtin. Komele dixwaze roleke girîn bilîze da ku ji bo rê li berîya van kêmasiyan bigire û hewl bide zarok bi çand û nasnameya xwe re aş be û bi civaka ku têde dijî de lihevhatî be. Komele wê di vê çarçoveyê de bi tevî Zarok TV’yê ku misyoneke wê ya girîng heye zarokên Kurd bi çanda xwe mezin bibin projeyên hevpar pêk bîne û divê guhastina zimanî û çandî ya navbera nifşan de roleke girîng bilîze.