Navenda Lêkolînên Meydanî yên Sosyo Polîtîk di navbera 25’ê Kanûna Paşîn û 5’ê Sibata 2023’yan de; li ser navê “Komeleya Berî Her Tiştî Zarok”, ji bo “Şopandin û Raporkirina Mafên Çandî ên Zarokan” li Amedê di warê dîyalektên Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî ên Kurdî de lêkolîneke meydanî çê kir.
Bi xebatê xwastîyê bê famkirin ku zarok çiqasî digihîjin fealîyetên çandî û berhemên nivîskî û devkî ên zimanên dayikê, derbirînên çandî yên xweserî zimanên xwe yên dayikê çiqasî dizanin, derfetên ku zarok beşdarîya xebatên çandî û hunerî dikin çi ne û astengîyên fêrbûna nirxên çandî çi ne.