Li Ser Beyannameya Mafên Zarokan a Navneteweyî;
Divêtiya nîşandana eleqeya taybet ya ji bo zarokan di dîroka 1924’an de, di Danezana Mafên Zarokan a Cenevreyê û di dîroka 20’ê Sermaweza 1959’an de di Komîtiya Gelemperî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de jî hatiye diyarkirin û di Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan de, di Peymana Navneteweyî ya Mafên Siyasî û Medenî (bi taybetî di madeyên 23 û 24’an de) de û di Peymana Navneteweyî de derheqê Mafên Çandî, Civakî û Aborî (bi taybetî madeya 10’emîn de) de û saziyên pispor ên bi xweşiya zarokan re eleqedar û di belgenameyên eleqedar û sazker ên di rêxistinên navneteweyî de jî ev tê naskirin.
Wek di Danezana Mafên Zarokan de jî hatiye diyarkrin, ji ber sedema zarok hêj laşî û zîhnî xwe temam nekirbe, qasî pîştî welidînê beriya welidînê jî parastina zagonî ya guncav jî tê de pêwîstiya parastinê û mîsogeriyek taybet heye.
Di pîleya navneteweyî û neteweyî de bi atfeke taybet zarokan, bicihkirina bal malbatan û zarokgirtinî de, em ê hikmên Danezana Hêmanên Hiqûqî û Civakî ya bi Xweşiyê ve Eleqedar û Parastina Zarokan; Rêzikên Standartên Asgariyên Neteweyên Yekbûyî yên Derheqê Rêveberiya Dadgehên Zarokan (Rêzikên Pekînê) û di Rewşên Pevçûnên Çekî û Lezî de bibîr bînin.
Di hemû welatên cihanê de jiyana di bin şertên zehmet de ku pêk tê û ji ber vê yekê di zarokan de pêwistiyeke eleqeya teybet derdikeve holê.
Di hêla pêşketineke ahengdar û parastina zarok de girîngiya çandî û kevneşopiyek xweser a her gelî heye, divê ev tişt jî li ber çavan were girtin.
Di her welatekî, bi taybetî jî welatên ku bipêş dikevin ji bo ku şertên jiyana zarokan baş bikin em di hişmendiya girîngiya barê hevkariya neteweyî de ne.
Bi hişmendiya van tiştên heyî, li ser rêzikên li jêrê lihevkirin pêk hatiye: UNICEF.
Ev belavoka destan bi hevkariya Weqfa Koçê û Komeleya Mafên Mirovan wek cureyek dostê zarokan a peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hatiye amadekirin. Li gor Versiyona Dostê Zarokan a ku şaxa Xebatên Zarokan a Zanîngeha Bîlgiyê çêkiriye, hatiye amadekirin. Sêwirandin û wêneyên belavoka destan ji hêla zarokên li Weqfa Koçê ve hatine çêkirin.