Komeleya Berî Her Tiştî Zarok di 2017’an de bi mebesta xebatên ji bo pêşxistina psîko-civakî, çandî-hunerî û pêşketina ziman, derûnî û bedenî ya zarokan di çarçoveya peymana mafên zarokan de û ji bo piştgirîkirina kes û rêxistinên ku dixebitin, li Amedê hat avakirin.
Armanca komeleya me ew e ku di warê çand û hunerê de li ser tema û mijarên cuda projeyan pêş bixe, bi beşdarbûn û pêşengiya zarokan berheman çêbike û bi rêya platformên medyaya dîtbarî van berheman bigihîne gelek zarokan.
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok dê bi xebatên xwe tevkariyê li xebatên ji bo parastina ziman û çanda kurdî û veguhestina wê ji nifşên pêş re bike. Komele, ku di heman demê de mafê zarokan di gihandina berhemên hunerî yên mîrata cîhanî de jî diparêze, amade ye ku bi tîmek ku dilgeş e di projeyên din ên mîna Mikro-Folie de beşdar bibe mazûvan e.
MICRO – FOLIE ÇI YE?
Micro-Folie « Harbûna Biçûk » projeyek muzeya dîjîtal e ku armanc dike ku karên ku li muzexane, saziyên hunerî û zanistî yên pêşeng ên Fransa têne pêşandan ji temaşevanên mezin re bîne.
Micro-Folie, ku ji hêla La Villette, mezintirîn parka çand û zanistê li Fransa ve hatî bicîhkirin, bi hevkarıya li gel Wezareta Çandê ya Fransa û Wezareta Ewrüpî û Karûbarên Derve, ji temaşevanên xwe yên ji her temenî re pêşkêşî dike ku li 12 muzexaneyên girîng 250 şaheseran bibînin û saziyên li Fransayê li ser ekranên mezin û li ser tabletan derfetek ji bo vekolînê peyda dike.
MICRO – FOLIE « HARBÛNA BIÇÛK » LI AMEDÊ YE!
Muzeya dîjîtal a ku dê di 14’ê Mijdarê de li Komeleya Berî Her Tiştî Zarok ji serdêran re bê vekirin, ji sedsalan berê heta niha dê serdêrên xwe bigihîne rêwîtiya çand û hunerê. Serdêrên Muzeya Dîjîtal dê bi lêkolîna karên balkêş ên muzexaneyên pêşeng û saziyên zanistî yên Fransa li ser tablet û ekranên dêw bikevin cîhaneke ku qet nedîtine.