Li kargeha me ya karîkaturê;
– Armanc ew bû ku zarok zimanê xwe yê dayikê û hêza xeyalkirinê bi kar bînin û di çarçoveya azadîya derbirînê de bibin xwedîyê hunera xêzkirina karîkaturan.
– Bi saya xêzkirina karîkaturan hunerên motor yên 20 zarokan bi pêş ketin.
– Zarok di destpêka kargehê de bêdeng bûn û xwe vedigirtin lê piştre bêtir bi xwe bawer bûn û karîkaturên resen çê kirin.
– Di 3 kargehên dawî de, bi 80 karîkaturên ku li kaxezên a4 hatibûn xêzkirin, pêşangeh hate vekirin.
Çend dîmen ji Kargeha Karîkaturê..