Di wergiriya projeya “ji bo siberojên maftirîn” de ji pênç atolyeyên ku em ê birêve bibin a yekemîn di “Atolyeya Felsefeyê de me dest bi “Mafê Zimanê Zikmakî”” kir.
Em wek Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê re di wergiriya projeya “ji bo siberojên maftirîn” de ji pênç atolyeyên ku em ê birêve bibin a yekemîn di “Atolyeya Felsefeyê de me dest bi “Mafê Zimanê Zikmakî”” kir. Em vê kêfxweşiya xwe bi we re par ve dikin.
Atolyeyên Felsefeyê yên Mafê Zimanê Zikmakî bi 45 zarok, û bi 6 rûniştinan bi zaravayê kurmancî yê Kurdî dê pêk were. Armanca me, zarok hem bi zimanê xwe yê zikmakî felsefeyê bikin û têbigihîjin girîngiya wê, hem jî tevkarî bidin pêvajoya fikrî û rexnedayînê. Bi 3 perwerdekarên ku di qada xwe de serkeftî û bi teknîka pc4’ê ev atolye dimeşin. Armanc, mafê zimanê zikmakî û li ser kêmasiyên ku ji vî mafê derkevin holê nîqaş bikin û wek têgeheke di cihana wan a fikrî de cih bigre ye.
Her 15 zarok ew ê tevlî du rûniştinan bibin û ew ê têgehên felsefî yên bi zimanê xwe yê zikmakî nas bikin, nîqaş bikin û bifikirin. Atolyeyên Felsefeyê yên Mafên Zimanê Zikmakî: bi pêvajoyên fikrên afirîner dê deriyên nû vekin û dê bingeha atolyeyên afirîner yên cuda derxin holê.