Em bi hêza çand û hunerê dîsa bi hev ra ne!
Me piştî erdheja 2023yan Navenda û Çand û Hunera Komîrê ava kir. Ev navend rojbiroj bi çalakîyên dewlemendtir mezin dibe. Bi salan e ku em bi komên bidezavantaj ra, li ser mafên çandî yên di zimanê dayikê da dixebitin.
Armanca me ya yekem ew bû ku, zarok û ciwan bi zimanê dayikê bi rêya çand û hunerê xwe rave bikin
Di çarçoveya vê armancê da, em dê seranserê sala 2025an, bi piştgirîya VAHA IIIyê, li Navenda û Çand û Hunera Komîrê em dê xebatên xwe bidomînin.
Em, bi çavê çîrokeka piştevanîyê li vê projeyê dinêrin û piştî erdhejê, bi zarok û ciwanên Komîrê ra, çalakîyên çand û hunerê yên di zimanê dayikê da û kargehên afirînerîyê didomînin.
Ji bo me cihê bextewarîyê ye ku em dibin şahid ku zarok û ciwan behreyên xwe kifş dikin û vediguherin. Niha jî em biheyecan in ku em dê bi piştgirîya Anadolu Kültür Vakfı, vê veguherînê gavek din bi pêş ve dibin.
Kargehên Me
Ji bo ku ciwanên me behreyên xwe yên hunerî geş bikin em dê çar mehan ven kargehan li dar bixin:
- Bi rêvebirina Komeleya Malbata Muzîkê:
- Bi 10 ciwanên 14-18 salî ra Kargeha Rîtma Xwezayî ya ji Keresteyên Avêtî
- Bi 10 ciwanên 14-18 salî ra Kargeha Koroyê
- Bi rêvebirina Şanoya Bajêr a Amedê:
- Bi 10 ciwanên 14-18 salî ra Kargeha Şanoyê
- Bi rêvebirina Komeleya Berî Her Tiştî Zarok:
- Bi 10 ciwanên 14-18 salî ra Kargehên Wênegirî, Xêzkirin û Karîkaturê
Em bawer dikin ku huner ne bi tenê ji bo kêfê ye lê herweha rêya herî xurt e ku mirov xwe rave bike.
Bi vê bawerîyê, di çarçoveya VAHA IIIyê da, em bi berdewamî Navenda û Çand û Hunera Komîrê ji bo zarok û ciwanan dikin cihê xweravekirinê.
Em pêşerojê bi hev ra ava dikin, bi çand û hunerê xurt dibin!