Em di çarçoveya wê Fona Piştgirîya Xurtkirina Kapasîteyê da tên destekkirin ku bi hevkarîya Weqfa Desteka ji bo Civaka Sîvîl û Turkey Mozaik Foundationê hatîye destpêkirin.
Em biheyecan in ku em ji nû ve tevkarîyê bi Weqfa Desteka ji bo Civaka Sîvîl û Turkey Mozaik Foundation ra dikin.
Piştgirîya Xurtkirina Kapasîteyê ku ji bo dezgehên civaka sîvîl gelekî giring e, bi me dide bawerkirin ku xebatên me dê bigihîjin asteka bilindtir.
Em bawer dikin ku piştgirîya mentorîyê ya ku em dê bi saya vê fonê bistînin, dê bike ku em alîyên xwe yên kêm xurt bikin û bi vî awayî bibandortir rêwîtîya xwe bidomînin. Di vê pêvajoyê da em dê li van qadên xurtkirina kapasîteyê hûr bibin: berdewamîya fînansal, hevkarîya bi dilxwazan ra, parêzkarî û xebatên lobîyê.
Bi vê Fona Xurtkirina Kapasîteyê, em armanc dikin ku komeleya xwe xurttir bikin û bandora xwe ya civakî zêdetir bikin.