Ji weqfa CIEMEN a Katalonyayê re bersiva banga me ya piştgiriyê ya di dema karesata erdheja ku di 6ê Sibata 2023-an de li Mereşê pêk hat hat.
Weqfa CIEMENê ji bo dabînkirina hewcedariyên bingehîn ên xwarinê ji komeleya me re alîkariya pereyan kir.
Sindoqên ku pêdiviyên bingehîn tê de hene hatin amadekirin û bi hemû alîkariyên ku hatin kirin re derbasî herêmên erdhejê hatin kirin.
Li konên zarokan ên li herêma erdhejê hatine çêkirin, ji bilî alîkariya pereyan me pêşandana fîlman li dar xist.
Ji bo piştgiriya derûnî-civakî me bi dilxwaz, xebatkarên qadê û xebatkarên komeleyê re di konan de atolyeyên resim, mûzîk, ritm û karîkaturê li dar xist û herikîna çalakiyan şopand.