◘Di salekê de em ji mamoste û hevalên xwe gelek tiştan fêr bûn.
◘Me bi lîstikan lîst, me pêlîstokên xwe çêkirin.
◘Me li baxçe dar danîn.
◘Me werzîş kir.
◘Em strîn, me helbestan ji ber kirin.
◘Hevalên me yên nû çêbûn.
Û êdî em dikevin bêhnvedana havînê.
Berî ku em bikevin bêhndanê, ji bo ku em tiştên di nava salê de hîn bûne nîşanî mezinên xwe bibin, em bi mamosteyên xwe re gelek xebitîn.