🎭 Tu amade yî ku di mihrîcanekê da xeyalên xwe li ser dike pêşkêş bikî?
🪄Tu dê li kargehên muzîk, resim, hunerên destkarîyê-xêzkirin, karîkatur, wênegirî, teknolojî û sêwirînerîyê da hem kêfê bikî hem fêr bibî hem behreyên xwe geş bikî.
Berhemên ku dê di kargehan da bên hilberîn, dê di Mihrîcana Zarok û Ciwanan da bên pêşkêşkirin.
Niha, wext e ku hûn xwe li kargehên muzîkê qeyd bikin, xwe yekser qeyd bikin! Di vê rêwîtîyê da cihê xwe bigirin. Em dê bi hev ra hilberînin û bi hev ra xurt bibin.
Ji bo beşdarîyê qeydî mecbûrî ye, hejmara qeydîyan bisînor e. Lînka qeydê li jêr e! 👇🏼
Cih: Çand-Ma, Amed
Destpêka Serlêdanê: 16.06.2025 (Hefteyê du saetan e û sê mehan didome)
Saet: 13:00 – 15:00