Bi piştgiriya Zusa û Anadolu Kulturê projeya AmedRoots (2026)
Bi piştgiriya Zusa û Anadolu Kulturê, projeya me ya AmedRoots wek modelek nû hate sêwirandin ku derfetê dide zarokan ku bi rêya hunerê û rêbazên fêrbûnê yên li ser bingeha lîstikê, çand û dîroka Kurdî keşif bikin.
Bi hevkara me ya navneteweyî, ‘House‘ a ji Slovenyayê re,ji bo parvekirina zanîn û tecrûbeyê û pêkanîna rêbaza nêçîra xezîneyê. hevdîtin hatin lidarxistin.
Bi saya vê rêbazê, zarok bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya fêrbûnê bûn û serpêhatiyên vedîtinê, çareserkirina pirsgirêkan û hilberîna hevpar jiyan kirin. Wekî beşek ji projeyê, zarokan bi rêya atolyeyên muzîk, şano û çîrokbêjiyê, û çalakiyên nêçîra xezîneyan, bi mîrateya çandî re têkilî danîn.
Di dema projeyê de, sê sazî warên pisporiya xwe bi zarokan ra hatin ba hev:
Ma Music bi rêya atolyeyên muzîkê û çalakiyên nêçîra xezîneyê, zarok bi awaz û çîrokên çandî yên muzîka Kurdî re anîn ba hev.
Şanoya Bajarê Amedê bi rêya atolyeyên şano û dramayê, derfet da zarokan ku çand û dîroka Kurdî bi rêya hunerên performansê biceribînin.
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi rêya atolyeyên çîrokbêjiyê kevneşopiya çanda devkî bi zarokan re parve kir û çalakiyên vedîtinê yên li ser bingeha çîrokan pêk anîn.
Projeya Amedroots serpêhatiyeke fêrbûnê ya beşdarîxwaz pêşkêş kir ku hêza veguherîner a hunerê bi nêzîkatiyeke fêrbûnê ya li ser bingeha lîstikê re kir yek, nasnameya çandî ya zarokan xurt kir, piştgirî da afirîneriya wan û hişmendiya wan a çandî zêde kir.


