Piştgirîya Çandî û Mihrîcana Zarok û Ciwanan ya Komîra Semsûrê ya Yekem
Em bi kêfxweşîyeka mezin radigihînin ku me dest bi projeya bi navê “Piştgirîya Çandî û Mihrîcana Zarok û Ciwanan ya Komîra Semsûrê ya Yekem” kir ku dê 12 mehan bidome û em dê bi hevkarîya Weqfa Çand û Hunera Stenbolê û beşdarîya Şaredarîya Komîrê, Şanoya Bajêr a Amedê û Navenda Ma Muzîkê li dar bixin!
Em li Komîra Semsûrê, Navendeka/Cihekî Çand û Hunerê ya 257 m2yî ava dikin. Li vê navendê saloneka şanoyê heye ku 105 kes tê hiltên û herweha kargehin hene ku ji bo gelek çalakîyên çandî û hunerî guncaw in.
Piştre, em dê kargehên wekî “Orkestraya Rîtma Xwezayî”, “Koroya Dengên Zarokan”, “Koroya Dengên Jinan” û “Lîstikvanî” û herweha di çarçoveya “Kargehên Afirînerîyê” da kargehên Hunerên Destkarîyê, Teknolojî û Dîzayn, Karîkatur, Fotografgirîyê bimeşînin.
Hem li Semsûrê hem li Amedê bi giştî 200 zarok û ciwan dê tev li vê projeyê bibin.
Me bişopînin û danezanan vekin da ku hûn di derbarê kar û xebatên me da agahdar bibin.
08.02.2024
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok
Navenda Çanda Komîrê Vebû!
Bi pêşengîya komeleya me, li Bajarokê Komîra Semsûrê navendeka nû ya çand û hunerê vebû. Navenda Çanda Komîrê 24ê gulanê roja înîyê bi merasimekê vebû. Navend dike armanc ku li herêma ku erdhejê bandor lê kiribû, zarok û ciwan xwe bigihîjînin çalakîyên biwesf yên çand û hunerê û behredarîya xwe ya di vî warî da kifş bikin.
Bi vê projeya ku bi xebata komeleya me û bi şirîkîya Şaredarîya Komîra Semsûrê pêk tê, bi armanca ku piştgirîyê bide prosesa normalbûnê ya piştî erdheja Amed û Komîrê, fealîyetên çand û hunerê dê bên lidarxistin.
Di çarçoveya vê projeyê da bi piştgirîya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê navendeka çand û hunerê hat avakirin. Em dê li Navenda Çanda Komîrê, bi piştgirîya Ma Music Center û Şanoya Bajêr a Amedê ku bi salan in li Amedê karê xwe dikin, ji bo zarok û ciwanan kargehên hunera afirîner û yên muzîk û şanoyê saz bikin. Berhemên kargehan dê di Mihrîcana Zarok û Ciwanan ya Komîrê ya 1. da bên pêşkêşkirin.
Gava Yekem ya Mihrîcana Zarok û Ciwanan Tê Avêtin!
Em li Navenda Çanda Komîrê, ji bo zarokan dest bi perwerdehîyê û kargehên perwerdeker dikin. Ma Music Centera ku ev gelek sal in li Amedê xebata xwe didomîne bi dersên muzîk, enstruman û rîtmê; Şanoya Bajêr a Amedê jî bi perwerdehîyên şano û lîstikvanîyê dê hevkarîya projeya me bike. Mebest ji van xebatan ew e ku zarok û ciwanên ji 5 salî heta 20 salî, xwe bigihîjînin çalakîyên çand û hunerê yên biwesf û derfetê bibînin ku di vî warî da qabilîyetên xwe kifş bikin.
Materyal û berhemên/pêşandanên ku di van kargehan da derkevin holê, dê mehên payîzê, di Mihrîcana Zarok û Ciwanan ya Komîrê ya 1. da bi vî bajarokî û şênîyên derdora wê ra bên parvebikin.
Armanca me ew e ku ev mihrîcana ku bi rêveberên xwecihî û gelek hevkarên din hatîye plankirin, destekê bide ekosîstema çand û hunera herêmê, her geş bibe û bidome.
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok
24ê Gûlanê 2024, În