Wek Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi tevkariya Balyozxaneya Swîsreyê ku me dest bi projeya “Ji Dinyayê Dengên Kurdî”kiribû, bi kêfxweşiyek mezin xelasbûna wê radigihînin we.
Tom Sawyer, Pollyanna, Robin Hood, Konte Monte Kristo,Ger û Geştên Gullîvero, Pinokyo, Oliver Twist, Kemanjenê Piçûk, Masîreşkê Biçûk, Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojan De, van 10 berheman wek Klasîkên Zarokan ên Cihanê ku Weşanxaneya Aramê tevlî Wêjeya Kurdî kiriye me hem dîtbarî hem jî wek dengdayîn ji weşanê re amade kir.
Ev berhemên ku dengdayîna wan bi zaravayên kurmancî hatine kirin, ji bo we temaşevanên me yên hêja, pêşî ew ê li ser hesabên medyaya dîjîtal ya Komeleya Pêşî Zarok û Zarok Tv’yê bên weşandin.
Bi Projeya “Ji Cihanê Dengên Kurdî”:
- Piştgriya, ji bo ku zarok bi zimanê xwe bigihîjin berhemên nivîskî yên Klasîkên Cihanê
- Piştgriya, ji bo ku zarok xebatên pirtûkên bideng yên bi dengdayîna zimanê zikmakî, zimanê xwe bi kar bînin û bi pêş bixin.
- Ji bo zarokên ku zimanê wan Kurdî ye, hêsanbûna bi zimanê xwe yên zikmakî gihaştina amûran pêşxistin.
- Xebatên pirtûkên bideng ên ku hatine amadekirin bi saya platformên dîjîtal gihaştandina zarokan
- Di perwerdehiyê û jiyana civakî û çandî de zarokên paşwendî yên ku bi astengiyan re rû bi rû dimînin ji bo wan pêkanîna gihaştina amûrên zimanê kurdî
Em di nava bextewariyek de ne ku em gavek din jî nêzîktirînê armancên xwe yên bingehîn bûn.
Di vê projeyê de di serî de Balyozxaneya Swîsreyê û Weşanxaneya Aramê û kesên ku ji bo projeya “Ji Cihanê Dengên Kurdî” tevkarî kiriye em spasiyên xwe pêşkêş dikin.