Em wekî Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, bi hêcan radigihînin ku me dest bi projeya Rêwîtîya Ber Bi Cîhana Anîmasyonê ve kir ku ji alîyê projeya Yekîtîya Ewropayê ya bi navê CultureCIVIC: Bernameya Piştgirîyê ya Çand û Hunerê ve tê fînansekirin.
Em bi vê projeya ku me bipêşvebirina şîyana fikirîn, pirsyarîkirin, xeyal kirin, amadekirina projeyan û pêwendîyê ji xwe re kirîye armanc; pênc kargehên li jêr rêzkirî bi beşdarîya pisporan û zarokan didin destpêkirin
- Afirandina Karakteran û Bi Rêya Xêzan Hevdîtina Li Cîhana Zarokan
- Nivîsîna Senaryoyan
- Kişandina Fotograf û Vîdeoyan
- Anîmasyona 2D
- Anîmasyona 3D
Em dê ji bo desteka cih û ekîpmanên van kargehên ku dê bi beşdarîya 15 zarokan bi kurdî pêk werin, pêşî bi Dibistana Sanayîyê ya Amedê û Anîma Produksîyonê û wekî din jî bi ZarokMa û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê re hevkarîyê bikin ku bi salan ji bo zarokan xebat meşandine.
Di dawîya vê projeyê de ku dê salekê bidome, em dê berhemên ku zarokan afirandine bi rêya aktîvîteyeke bi beşdarîya rêkxistinên civaka sîvîl, sazîyên perwerdeyê, pisporên di warê anîmasyonê de dixebitin û dêûbavan bi temamê gel re par ve bikin.
Bi projeya Rêwîtîya Ber Bi Cîhana Anîmasyonê Ve em çi ji xwe re dikin armanc? Em dixwazin,
- Ji bo zarokên bidezawantaj ên li sazîyên perwerdeyê yên dewletê perwerde dibin, kargehên afirîner organîze bikin.
- Bikin ku zarok cîhana anîmasyonê nas bikin û bi vî awayî destekê bidin ku ji xwe re xeyalan saz bikin, projeyan amade bikin û anîmasyonan çê bikin.
- Ji bo kargehên anîmasyonê yên ku dê tevkarîya perwerdeya zarokan bikin, xebatên model çê bikin û wan xebatan bi sazîyên têkildar re par ve bikin.
- Anîmasyonên ku zarokan çêkirine berhev bikin, bi gel re par ve bikin û di derbarê xebatên cuda yên zarokan de lêhaybûnê ava bikin.
Di serî de Yekîtîya Ewropayê û CultureCIVIC: Bernameya Piştgirîyê ya Çand û Hunerê û wekî din jî hemû kesên ku ji bo pêkanîna van armancan hevkarî kirine, em spasîya wan dikin.
JI BO ÇALAKÎYA FÎNALÊ YA PROJEYA RÊWÎTÎYA BER BI CÎHANA ANÎMASYONÊ VE BITIKÎNIN!