Em Çi Tiştan Dikin?
Xebatên Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, bi awayekî bingehîn li ser mijarên çand, huner, mafên zarokan, ekolojî, wekheviya cinsî, zanist û teknolojî, ziman û spor e. Komele di van mijaran de di qadên hilberînê yên ku hatine diyarkirin de, dixebite.
Bi awayekî bingehîn çar qadên xebatê yên komeleyê hene:
1- Produksiyon
Komele ji bo bigihêje armancên xwe, bi temayên cihêreng projeyan pêş dixe û produksiyonên derheqê zarokan de pêk tîne. Di nav van produksîyonan de di serî de fîlmên anîmasyonî, spotên giştî û bernameyên televîzyonê tên. Komele bi tevî van yekan ji xwe re kirîye armanc ku pirtûkên çîrokan yên bi deng û yên bi resim biweşîne.
2- Lêkolîn
Komele li gorî armanc û li ser mijarên ku peywendîdar in lêkolînan bi rê ve dibe û encamên wan lêkolînan wekî rapor û belgefîlm digihîne raya giştî.
3- Xebatên Perwerdehîyê
Komele, di çarçoveya vê bernameyê de, di mijarên ku li jorê hatine diyarkirin de ji bo zarokan xebatên atolyeyî birêve dibe. Di van atolyeyan de zarok bi zimanê xwe yê dayikê di mijarên cihêreng de sûd ji xebatan werdigirin. Zarok di van qadan de xwepêşdixin û dibin xwedî zanyarî û tecrubeya hilberînê. Di van mijaran de zarokên zîrek ku dixwazin perwerdehîya xwe bidomînin piştgirî ji bo wan tê dayîn.
4- Çalakiyên Saziyî
Li gorî armancên xwe, komele ji bo zarokan, dê û bavan û pisporên din ên ku bi zarokan re dixebitin panel, konferans, sempozyûm, atolye û semîneran li dar dixe.








































































