Dengên bi Kurdî ji Cîhanê
Em bi kelecaneke mezin radigihînin ku me bi navê Komeleya Berê Zarok û bi piştgirîya Balyozxaneya Swîsreyê, dest bi Projeya Dengên bi Kurdî ji Cîhanê kiriye.
Em 10 pirtûkên Klasîkên Zarokan yên Cîhanê dikin pirtûkên bideng. Em dê herweha van pirtûkên bideng dîtbar bikin û di platformên dîjîtal û Zarok TVyê de biweşînin.
Berhemên ku Weşanxaneya Aramê li wêjeya kurdî zêde kirine û em dê bikin pirtûkên bideng ev in:
Tom Sawyer, Pollyanna, Robin Hood, Kontê Monte Kristoyê, Ger û Geştên Gulliver, Pinokyo, Oliver Twist, Kemanjenê Piçûk, Masîreşkê Biçûk, Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojî De.
Hunermendên dûblajê, li studyoyên dengî, bi dîyalekta kurmancîyê dê deng bidin wergerên heyî yên van berheman. Piştre em dê îmajan li hemû berheman zêde bikin û pirtûkên xwe yên bideng hem li qadên bihîzbar hem li yên dîtbar ji bo parvekirinê amade bikin.
Piştî ku me ji bo Projeya Dengên bi Kurdî ji Cîhanê piştgirîya Balyozxaneya Swîsreyê stend, bi lez û bez dest bi xebatê kir. Em plan dikin ku heta mehekê dengan tomar bikin. Piştî sê mehan jî di hemû qadên dîjîtal û Zarok TVyê de herkes dê bikare xwe bigihîjîne van berheman.
Bi Projeya Dengên bi Kurdî ji Cîhanê armanca me çi ye?
– Em piştgirîyê didin ku zarok berhemên nivîskî yên wekî Klasîkên Cîhanê bi zimanên xwe bixwînin.
– Em piştgirîyê didin ku bi saya pirtûkên bideng ên di zimanê dayîkî yê zarokan de, zarok zimanên dayîkî bi kar bînîn û wî bi pêş ve bibin.
– Em dixwazin amûran çê bikin ku zarokên ku zimanê wan ê dayîkî kurdî ye bi hêsanî xwe bigihîjînin wan.
– Em dixwazin pirtûkên bideng yên ku tên amadekirin bi rêya platformên dîjîtal, bi awayekî berbelav bigihîjîn ber destê zarokan.
– Em dê dabîn bikin ku zarokên bi dezavantaj yên ku di perwerdehî û jîyana sosyal û çandî de li astengîyan rast tên, xwe bi rehetî bigihîjînîn amûrên bi zimanê kurdî.
Armanca me ya herî mezin ew e ku em vê rêwîtîya ku bi 10 pirtûkan dest pê kiriye, bigihîjînin 100 pirtûkî.
Di serî de Balyozxaneya Swîsreyê û Weşanxaneya Aramê, em spasîya herkesî dikin ku ji bo vejandina Projeya Dengên bi Kurdî ji Cîhanê hewil dane.