Di 12’ê Îlonê de bi 36 endamên Kolektîfa Jinan a Nefelê re civînek li ser înternetê hate lidarxistin. Di derbarê projeyê de bi giştî agahî hat dayîn. Di 19’ê Îlonê de bi 9 jin û 13 zarokên ku xwestin bi dildarî beşdarî projeyê bibin civîna duyem hat lidarxistin. Di civîna 2. de derbarê plansazkirin û rêbaza projeyê de agahiyên berfireh hatin dayîn. Di encama vê agahiyê de bi 8 jin û 11 zarokan re kargehên ku diyar kirin ew dikarin berdewam beşdar bibin dest pê kir.
Komxebateke 4 rojan a li ser înternetê hat lidarxistin. Atolye di 26’ê Îlonê de dest pê kir. Zarok li 2 koman hatin dabeşkirin, 8-10 salî û 11-15 salî. Ji bo koma 1. her roja şemiyê saet di 11:00’an de, ji bo koma 2. saet di 15:00’an de kargeh hatin lidarxistin.
Kargeha Çîrok-Senaryo; Di komxebata ku 4 rojan li ser înternetê hat lidarxistin de çîrok hatin çêkirin û nivîsandin.
Bi afirandina çîrokan re jin ji bo karakter û dekorê tevlî projeyê bûn.
Di dawiya kargehan de 11 zarokan 11 çîrok çêkirin. 9 çîrok hatin çêkirin û berhevkirin. Çîrokek di 26’ê Berfanbarê de li ser medyaya dijîtal hat parvekirin.