Zarok kî ne?
“Yê me” ne?
An xweser in?
Di mekanîzmeya biryardayinê de tevlîbûna zarokan, di Peymana Parastina Mafên Zarokan de hêmaneke bingehîn e. Lê heke têgihana zarokan û tevlîbûna zarokan bi hev re neyê lêkolandin, guhdarîkirina zarokan an jî zêdekirina tevlîbûna wan zehmet dibe. Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi vî awayî “me mezinan” li ser têgihana zarokan a mewcûd û cudahiyên em di vê têgihanê de bikin dê tevlîbûna zarokan çawa zêdetir bikin disekine.
Ji sedema vê pêdiviyê bi tevlîbûna dilraziyên xwe em perwerdehiyên “têgihana zarokan û tevlîbûna zarokan” li dar dixin. Bi axaftinê û bi pêşketinê him zarokatiya me tê bîra me him jî em dibînin ku rê û rêçikên vê yekê ne li dûrî me ne.
Ji bo alîkariya wî ya dildarî û parvekirina tecrûbeyên wî em ji Özenç Kabasakal re spasdar in.