Komeleya me bû endama “Tora Hevpar a Tundiya li Hemberî Zarokan” ê.


Bi beşdariya 35 zarokan, me li taxa Sûrîçî ya Amedê, ji bo 5 hefteyan Atolyeya Zanistê li dar xist.

֎Bi zarokan re Atolyeya Zanistî (31 Avrêl -28 Gulan 2018):

Zanist çawa dest pê kir? Jiyana zanyaran çawa bû?
Telefon herî pêşî hate bîra kê? Telefon çawa hate dahênandin?
Ma qet ji tayekî û ji qedehekê telefon çêdibe?
Gelo, deng tiştekî çawa ye? Bêyî ku em wî bibînin çawa ji wir heta bi vir tê?
Gelo ji 5 heb pîpetan û ji bantekê û bi lerizîna pêlên deng amûreke muzîkê çêdibe?
Gelo hewa çiqasî bihêz e? Hewa carinan balafiran, carinan pelan, pifdankan an jî bafirokan çawa dilivîne?
Heke em bixwazin gelo em dikarin hewayê bilivînin?
Mirov her car dikare hewayê bilivîne gelo?

 


Dê rahêjine kartonekê û em qetekî kaxezê bi hêza hewayê bilivînin!
Kî berî kê bigîje xeta xelasekê jê re xelatek heye!

Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, bi hevkarî û alîkariya Komeleya Hêviyên Rengûreng, li komeleya Hêviyên Rengûreng a li taxa Sûrîçîyê, di 5 hefteyan de wekî mînakî xebatên atolyeyên zanistî pêk anî.

Di van atolyeyan de perwerdehiya dîroka zanistê, ronî, deng, hewa, hekandin û ceribandinên telefonê hate dayîn. Di navbera temenên 8-10 û 10-14an de bi giştî 35 zarok beşdarî atolyeyan bûn.

Hemû zarokên beşdarî atolyeyan bûn, bi materyalên sivik ceribandinên xwe kirin û wan bixwe encamên xwe dîtin.


֎Ji Atolyeya Zanistî..