Peymana Mafên Zarokan, di 20’ê Mijdara 1989‘an de ji aliyê Komcivîna Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin.

Peymana Neteweyên Yekbûyî a jibo mafên zarokan heye ku jê ra Peymana Mafên Zarokan tê gotin. Ew peyman dibêje ku mafên zarokan jibo hemî zarokên li hemî welatan in û divê ku hukumeta her welatek her zarokekî wî welatî biparêze û berpirsîyar be ku mafên her zarokek bê dayin.

Benda 1ê
Li gorî wê qanûnê ku dê li gorî vê Peymanê li zarokekî bê tetbîqkirin, rewşa reşîdbûna di temenekî zûtir de ne tê de, her mirovek zarok tê hesibandin heta 18 saliya xwe.

Benda 2an
1. Dewletên Peymandar, peymana wê yekê didin bêyî ku guh bidin nijad û reng û regez û ziman, hizrên siyasî û yên dîtir, binyada etnîk û sosyal, mal û mulk, seqetî û jidayîkbûn û statuyên dîtir yên zarokekî, yên dê û bav û wasiyên wî yên qanûnî, wan mafên wî zarokî ku di bin desthilata wan de ye qebûl bikin ku ev maf di vê Peymanê de hatine.

2. Dewletên Peymandar, bi her awayî tevdîra xwe dikin da ku zarokek bi awayekî karîger bê parastin ji hemû cureyên cudaxwazî û cezakirinê ku ji ber çalakî û hizr û baweriyên dê û bavên wî, wasiyên wî yên qanûnî û endamên dîtir yên malbata wî tûşî wî dibin.

Benda 3an
1. Di hemû wan kar û çalakiyan de ku ji aliyê dezgehên resmî û taybet ve, ji aliyê dadgeh û meqemên îdarî û organên qanûn-daner ve têne kirin û pêwendî bi zarokekî ve hene, sûda wî zarokî di ser her tiştî re ye.

2. Dewletên Peymandar, maf û erkên dê û bav û wasiyên zarokekî an jî yên kesine dîtir ku ji aliyê qanûnî ve ji wî zarokî berpirsyar in hildidin berçav û wisa ji bo dilxweşiya wî xwe didin ber sexbêrîkirin û parastina wî û ji bo vê yekê tevdîra xwe ya qanûnî û îdarî dikin.

3. Dewletên Peymandar, peymana wê yekê didin ku ew dam û dezgeh, kar û xizmet ku berpirsyar in ji sexbêrîkirin û parastina zarokan, nemaze ji aliyê ewlehî û tenduristî û hejmara xebatkaran û şarezabûna rêveberiyê ve digel wan pîvanan biguncin ku meqemên desthilatdar danîne.

Benda 4an
Dewletên Peymandar, ji aliyê qanûnî û kargêrî û yên dîtir ve bi her awayî tevdîra xwe dikin da ku mafên di vê peymanê de bi kar bêne xistin. Dewletên Peymandar, heta ji wan tê di warê mafên aborî û sosyal û kulturî de derfet û delîveyên berdest zêdetir dikin û heke pêwîst bike, tevdîra xwe dikin di çarçoveya hevkariya navneweteyî de.

Benda 5an
Dewletên Peymandar, li ser bingeha wan mafan ku ev Peyman dide zarokan û bi wê mercê ku şiyanên zarokan bêne xurtirin, di warê rêliberxistin û arastekirina zarokan de rêz li berpirsyarî û maf û erkên dê û bavên zarokan û heke dabûnerît rê bidin, rêz li yên merivên dûr an endamên dîtir yên komê û rêz li yên wasiyên qanûnî û berpirsyarên hiqûqî yên zarokan digrin.

Benda 6an
1. Dewletên Peymandar, qebûl dikin ku her zarokek xwedan mafê bingehîn yê jiyanî ye.

2. Dewletên Peymandar, heta ji wan tê lêdixebitin ku zarokek bijî û bi pêş bikeve.

Benda 7an
1. Zarokek her piştî jidayîkbûna xwe dê yekser li kutika nifûsê bê nivîsandin û ji wir pê de dê bibe xwedan wan mafan ku navekî wî hebe, bibe welatî û heta li hev bê, bizane dê û bavê wî kî ne û ew xweyîtiyê li wî bikin.

2. Dewletên Peymandar, nemaze dema zarokek bête’biyet bimîne, wê peymanê didin ku dê li gorî qanûnên xwe yên navxweyî û peymanên navneteweyî rabin û rûnin û mafên di vî warî de bi kar bixin.

Benda 8an
1. Dewletên Peymandar, peymanê didin ku li gorî qanûnan rêzê li mafê zarokekî yê parastina nasnameya xwe ku te’biyeta wî, nav û têkiliyên wî yên malbatî jî tê de ne, bigrin û di vî warî de zêdegaviyê nekin.

2. Heke zarokek bi awayekî neqanûnî ji hindek an ji tevahiya hêmanên nasnameya xwe bêpar bê hiştin, Dewletên Peymandar, dê alîkarî û piştevaniya pêwîst bikin da ku ew zarok gavek zûtir ji nû ve bigihêje nasnameya xwe.

Benda 9an
1. Heta meqemên desthilatdar li gorî qanûn û usûlan û bi awayê ku rê bide temyîzê, biryar nedin ku veqetîna zarokekî gelek di berjewendiya wî de ye, Dewletên Peymandar peymanê didin ku zarokek bêyî razîbûna dê û bavên wî ji wan veneqete. Lê heke dê û bav tahde li zarokê xwe bikin an jî guh nedin wî an jî dema hevberdana dê û bav pêwîst bike biryarek bê dayîn ji bo diyarkirina ciyê mayîna zarok, biryara veqetîna wî zarokî tê dayîn.

2. Mecalê didin hemû alîyan ku tevî her muamelekê bibin û dîtinên xwe pêşkeş bikin ku ew muamele li gorî bendika yekem ya vê bendê tê kirin.

3. Dewletên Peymandar, dema biryar tê dayîn ku zarokek ji dê û bavê xwe an jî ji yekî wan cuda bibe, heke ne li dijî berjewendiya bilind ya wî zarokî bê, rêzê li wî mafê zarok digrin ku bi awayekî rêk û pêk bi herduyan re bide-bistîne û yekser wan bibîne.

4. Heke cudabûneke bi vî rengî, ji ber wê kiryara Dewleteke Peymandar bûbe ku bûye sedema girtin û zîndanîkirin û sirgûnkirin û dersînorkirin an jî mirina (ew mirin jî tê de ku her çawa be di bin çavdêriya dewletê de rûdaye) zarokekî û dayik û bavê wî an jî herduyan bi hev re, ev Dewleta Peymandar, li ser daxwazkirin û bi wê mercê ku ziyanê negihîne dilxweşiya zarok, dê û bavên wî û zarok û heke guncayî be, endamekî dîtir yê malbatekê agahdar dike bê ev endamê navhatî û endamên dîtir yên malbatê li ku dimînin. Dewletên Peymandar, herwiha peymana wê yeke didin ku ev daxwaz encameke negatîf pêkneyne li dijî vî kesê û van kesên navhatî.

Benda 10an
1. Zarokek an dê û bavên wî, bixwazin bi armanca yekbûna wê malbatê biçin Dewleteke Peymandar an jî biterikînin û ji bo vê yekê sertêdanekê li gorî fiqreya yekem ya benda 9an li ser esasê berpirsyariya Dewletên Peymandar bikin, dê Dewletên Peymandar bi helwesteke pozîtîf û mirovî û bi lez vê yekê helsengînin. Dewletên Peymandar, peymana wê yekê didin ku encama sertêdanên bi vî rengî dê ji xwediyê sertêdanê û endamên malbata wî re ne xirab be.

2. Her zarokekî, rewşên awarte ne tê de, ew maf heye ku bi awayekî rêk û pêk hem bi diya xwe hem jî bi bavê xwe re têkiliyê deyne û yekser bi wan re bide û bistîne. Ji ber vê yekê û ji ber wê berpirsyariyê ku fiqreya yekem ya benda 9an dixe ser Dewletên Peymandar, Dewletên Peymandar rêz li wî mafî zarokekî û dê û bavên wî digrin ku dikarin welatên Dewletên Peymandar jî tê de, welatekî biterkînin û vegerin welatê xwe. Mafê terikandina welatekî hîngê tê sînordarkirin heke ev yek di qanûnan de hatibe û pêdiviya parastina ewlehiya neteweyî, pergal û tenduristî û rewişta giştî û parastina maf û azadiya kesên dîtir hebe û herwiha ev yek digel wan mafan bigunce ku di vê Peymanê de hatine.

Benda 11an
1. Dewletên Peymandar, têdixebitin ku pêşî li wê yekê bigrin da ku tu kes zarokan bi awayekî neqanûnî nebe derveyî welat û rê li vegera wan negre.

2. Bi vê armancê Dewletên Peymandar, han didin ku peymanên dualî an jî piralî bêne kirin an jî peymanên heyî bêne qebûlkirin.

Benda 12an
<1. Dewletên Peymandar, mafê xwederbirîna azadane ya her zarokekî ku dikare hizr û dîtinên xwe pêkbîne, qebûl dikin û li gorî temen û bîreweriya wî bi têra xwe guh didin van hizr û dîtinan.

2. Bi vê armancê ew delîve dê nemaze ji wî zarokekî re bê dabînkirin da ku di dema jêpirsînên dadwerî û kargêrî de ku tesîrê li wî dikin, an yekser an bi riya nûnerekî an jî bi riya meqemeke guncayî li wî bête guhdarîkirin.

Benda 13an
1. Her zarokekî ew maf heye ku bi azadane hizr û dîtinên xwe xuyanî bike; di vê çarçoveyê de, bêyî ku pabendî sînorên welatekî be, her zarokekî ew maf heye ku bi awayekî nivîskî û devkî û çapkî û hunerî an jî bi riya her amûrekê ku bi xwe hilbijêre, li hemû nûçe û hizran bikole û wan bi dest bixe û ragihîne.

2. Ev maf bi tenê hîngê tê berbendkirin;
a- Gava ku divê rêz li maf û rûmeta kesekî din bê girtin;
b- Gava pêdiviya parastina ewlehiya neteweyî, pergal û tenduristî û rewişta giştî hebe û qanûn vê yekê destnîşan bikin û ferz bizanin.

Benda 14an

1. Dewletên Peymandar, rêzê li azadiya zarokekî ya hizrî û wijdanî û dînî digrin.
2. Dewletên Peymandar, rêzê li wî maf û wê erka dê û bavan û heke pêwîst bike yê wasiyê qanûnî digrin ku rê li ber zarokekî bixin da ku ew li gorî şiyan û hunerên xwe bi pêş bikeve.
3. Azadiya dîn û bawerî-derbirînê ya kesekî, heke qanûn destnîşan bikin û pêdivî bizanin, bo parastina ewlehî û pergal û tenduristî û rewişta giştî an jî bo parastina maf û azadiyên bingehîn yên kesine dîtir tê berbendkirin.

Benda 15an
1. Dewletên Peymandar, wî mafê her zarokekî qebûl dikin ku bikaribin komeleyekê damezrînin û bi xweşî li hev bicivin.

2. Nabe ev maf bêne berbendkirin, lê heke qanûn ferz bikin û ev yek bi kêrî ewlehiya neteweyî û giştî bê an jî bo parastina tenduristî û rewişta giştî û maf û azadiya kesine dîtir ev maf têne berbendkirin.

Benda 16an
1. Çawa ku nabe bi awayekî kêfî û neheq dest di jiyana taybet ya zarokekî û malbat û mal û danûstandina wî bê hildan, herwiha nabe kesek û dezgehek dev biavêje rûmet û navûdengê wî.

2. Zarokekî ew maf heye ku li dijî dest-têhildan û dev-avêtinên bi vî rengî bê parastin.

Benda 17an
Dewletên Peymandar, girîngiya amûrên ragihandina giştî qebûl dikin û ji çavkaniyên neteweyî û navneteweyî agahî û belgeyan dabîn dikin da ku zarokek ji aliyê civakî û derûnî û rewiştî û laşî û hişî ve bi pêş bikeve. Ji ber vê yekê Dewletên Peymandar;

a- Hewl didin ku amûrên ragihandina giştî wan agahî û belgeyan belav bikin ku ji aliyê civakî û kulturî ve bi kêrî zarokekî tên û digel naveroka benda 29an diguncin;
b- Ew bi pêkanîn û pevguhartin û belavkirina agahî û belgeyên bi vî rengî ku ji çavkaniyên cur bi cur yên kulturî û neteweyî û navneteweyî têne wergirtin, hewl didin ku hevkariya navneteweyî bi pêş bixin;
c- Ew hewl didin ku pirtûkên bo zarokan bêne nivîsin û weşandin;
d- Ew hewl didin ku amûrên ragihandina giştî girîngiyeke taybet bidin pêdiviyên zimanî yên wan zarokan ku bi ser komeke kêmîne an jî gelekî binecî ve ne.
e- Ew li gorî binemayên di benda 13 û 18an de hewl didin ku wan prensîban bi pêş bixin ku zarokekî ji wan agahî û belgeyan biparêzin ku dê ziyanê bigihînin dilxweşiya wî.

Benda 18an
1. Dewletên Peymandar, bi her awayî têdixebitin ku ew prensîb bê qebûlkirin ku dibêje, dê û bav bi hev re berpirsyar in di mezinkirin û pêşxistina zarokekî de. Berpirsiyariya mezinkirin û pêşxistina zarokekî pêşî dikeve ser milê dê û bavan an jî heke pêwîst bike dikeve ser milê wasiyên qanûnî. Ev kes pêşiya pêşî guh didin berjewendiya bilind ya zarokekî û wisa radibin û rûdinin.
2. Dewletên Peymandar, ji bo ku mafên di vê peymanê de bêne gerentîkirin û pêşxistin, di mezinkirina zarokekî de alîkariya dê û bavan û wasiyên qanûnî dikin û têdixebitin ew dam û dezgeh û çalakî û xizmet bêne pêşxistin ku sexbêriya zarokan dikin.
3. Dewletên Peymandar, bi her awayî tevdîra xwe dikin ku dê û bavên xebatkar û zarokên wan sûd ji xizmet û dezgehên bo sexbêriya zarokan wergirin.

Benda 19an
1. Dewletên Peymandar ji aliyê qanûnî û kargêrî û civakî û perwerdeyî ve bi her awayî tevdîra xwe dikin da ku dema zarokek li ba dê û bavê xwe an jî li ba yekî ji wan e, li ba wasiyên xwe yên qanûnû an jî li ba sexbêrîkarên xwe ye ji êrîşên laşî û hişî, ji zordestî û sûîstîmalê, ji sersarî û guhnedanê, destdirêjiya cinsî jî tê de, ji hemû muameleyên xirab bê parastin.

2. Ev tevdîrên parêzyar ev in: Divê pêşî li muameleyên xirab yên li dijî van zorakan bê girtin, ev muamele bêne diyarkirin û ji meqemên bidesthilatar re bêne ragihandin, jêpîrsîn derbarê wan de bê meşandin û tedawî û çavdêriya vê yekê bê kirin û her wiha heke guncayî be, divê dadgeh bi vê yekê de-bikevin û li gorî pêdiviyên rewşê programên sosyal bi kar bixin da ku piştgiriya zarok û sexbêrîkarên wî bikin.

Benda 20an
1. Wî zarokî ku carna an hertim ji malbat û merivên xwe dûr dimîne û nayê qebûlkirin ku ew ji bo xêra xwe li ba wan bimîne, ew maf heye ku dewlet bi awayekî taybet wî biparêze û alîkariya wî bike.
2. Dewletên Peymandar, dê li gorî qanûnên xwe bi awayekî guncayî sêxberiya wî zarokî bikin ku di vî halî de ye.
3. Ji bo pêkanîna vê sexbêriyê, herwiha dibe ku zarokekî bidin malbateke sexbêrîkar, kefaleta (kafallah) li gorî hiqûqa Îslamî bi kar bixin, wî zarokî wekî ewladî bidin an jî wî bispêrin wan dezgehan ku sexbêriya zarokan dikin. Dema li çareya vê yekê tê fikirîn, hewl tê dayîn ku di sexbêriya zarokekî de berdewamî hebe û rêz li nasnameya wî ya etnîk û dînî û kulturî û zimanî bê girtin.

Benda 21an
Ew Dewletên Peymandar ku sîstema ewladîwergirtinê qebûl dikin an jî rê didin wê, dê qebûl bikin ku berjewendiya zarokekî armanca wan a sereke ye û dê prensîbên li xwarê bi cih bînin:

a. Tenê meqemên bidesthilat biryarê didin ku zarokek wekî ewladî bê wergirtin. Ev meqem li gorî qanûn û usûlên li kar û agahiyên ciyê baweriyê, rewşa zarok, dê û bavên wî, meriv û wasiyên wî yên qanûnî li ber çavan digrin û heke pêwîst bike bi wê mercê ku erêkirina wan jî wergirin piştî hevrûniştinên bi aliyên pêwendîdar ve, biryara xwe didin.

b. Dewletên Peymandar, qebûl dikin ku zarokek li welatekî dîtir wekî ewladî bê wergirtin heke ne mimkun be bi awayekî guncayî sexbêriya wî li welatî wî bê kirin an jî malbatek neyê peydakirin ku ew li ba wê bê bicihkirin;

c. Ew dikin ku zarokek ku dê li welatekî dîtir wekî ewladî bê wergirtin, sûd ji wan gerentî û pîvanan wergire ku yeksan in bi mercên ewladîwergirtinê li welatê xwe;

d. Ew bi her awayî tevdîra xwe dikin ku di ewladîwergirtina navneteweyî de, karê bicihkirinê ji bo kesên pêwendîdar nebe ciyê qezenckirina pereyê neqanûnî.

e. Heta dest bide, ew bi peyman û organîzekirinên yekalî an jî dualî piştgiriya armancên di vê bendê de dikin û di vê çarçoveyê de hewl didin ku wê yekê bixin gerentiyê ku karê bicihkirina zarok li welatekî dîtir ji aliyê meqem û organên bidesthilat ve bê meşandin.

Benda 22an
1. Dewletên Peymandar, çi bi tena serê xwe be çi jî li ba dê û bavê xwe û kesine dîtir be, bi her awayî tevdîra xwe dikin, ew zarokê ku dike mafê penaberiyê wergire an jî li gorî binema û usûlên navneteweyî û navxweyî penaber e, sûd ji parastin û alîkariya mirovî wergire da ku wan mafên xwe bi kar bînin ku di vê Peymanê de û di peymanên navneteweyî yên dîtir de hene ku li ser mafên mirovan û meseleyên mirovî ne û dewletên navhatî jî ew îmze kirine.

2. Ji ber vê yekê, Dewletên Peymandar, heta ra lê dibînin, bi Neteweyên Yekgirtî re û wan dezgehên hukmî û nehukmî yên bidesthilat re ku bi N.Yê re dixebitin, hevkariyê dikin da ku zarokekî di vê rewşê de biparêzin û alî wî bikin û agahiyan derbarê dê û bav û endamên malbata wî de berhev bikin ji bo ku zarokekî penaber ji nû ve bigihêje malbata xwe. Ew parastin ku ji bo wî zarokî ku ji ber sedemekê bi awayekî timî û netimî ji malbata xwe qetiyaye, tê kirin, li ser heman esasî, ji bo wî zarokî jî tê kirin ku dê û bav an jî tu endamên malbatan wî nîn in.

Benda 23an
1. Dewletên Peymandar, qebûl dikin zarokên ku ji aliyê hişî û laşî ve kêmendam in di wan mercan de jiyaneke bêkêmasî bibin serî ku rêzdariya wan dixe bin gerentiyê, xwebaweriya wan xurt dike û her wiha dike ku ew bi awayekî karîger tevî jiyana civakî bibin.
2. Dewletên Peymandar, mafê sexbêriya taybet ya zarokên kêmendam qebûl dikin û peymana wê yekê didin ku li gorî serwet û samanên berdest û piştî sertêdanekê, li gorî mercên ku zarokek û dê û bavên wî û sexbêrên wî tê de ne, alîkariya wî zarokî û sexbêrîkarên wî bikin ku dikarin sûd ji vê alîkariyê wergirin.
3. Ew alîkarî ku bi wê zanabûnê ku zarokekî kêmendam pêwîst bi sêxberiya taybet heye û ji ber fiqreya duyem ya vê bendê tê kirin, li gorî rewşa diravî ya dê û bav û sexbêrîkarên zarok, bêpare tê kirin heta derfet dest bidin. Ev alîkarî wisa tê organîzekirin ku ev zarokê kêmendam bi awayekî karîger sûd ji perwerde û perwerdeya pîşeyî û xizmetên sexbêriya tibbî û rehabîlîtasyonê û her wiha sûd ji bernameyên bo karpeydakirinê û derfetên vehesîn û kêfkirinê wergire. Armanc ew e ku zarokek bi awayekî bêkêmasî bi civakê re bide û bistîne û digel aliyê kulturî û derûnî, ji aliyê takekesî ve jî bi pêş bikeve.
4. Dewletên Peymandar, bi giyanê hevkariya navneteweyî hewl didin ku belavkirina zanînê û sûdwergirtina ji wê zêdetir bikin da ku zanîna derbarê sexbêriya tenduristî, tedawiyên bikêrhatî yên tibbî û psîkolojîk û herwiha zanîna derbarê metodên xizmetên rehabîlîtasyon û perwerde û pîşeyî de belav bikin û pê re karîn û şarezayî û feraseta Dewletên Peymandar di vî warî de xurtir bikin. Ji vê hindê re, nemaze pêdiviyên welatên li ber pêşketinê li ber çavan têne girtin.

Benda 24an
1. Dewletên Peymandar, qebûl dikin ku her zarokekî ew maf heye ku ji aliyê tenduristî ve bigihêje asta herî baş û sûd ji xizmetên wan dezgehan wergire ku karê sexbêriya medîkal û rehabîlîtasyonê dikin. Dewletên Peymandar hewl didin ku tu zarokek ji mafê wergirtina hemû xizmetên medîkal bêpar nemîne û dikin vî mafî bixin bin gerentiyê.

2. Dewletên Peymandar, bala xwe didin wê yekê ku ev maf bi her awayî bi kar bê xistin û nemaze hewl didin ku:

a-Rêjeya mirina pitik û zarokan dakeve;

b-Hewl didin ku alîkarî û sexbêriya medîkal bo hemû zarokan bê kirin û xizmetên sereke yên tenduristiyê bi pêş bikevin;

c- Ew di çarçoveya xizmetên sereke yên tenduristiyê û herwiha derfetên dîtir, li dijî nexweşiyan û kêmxuriyê têdikoşin û ji bo vê yekê hewl didin ku teknîkên ku zû têne peydakirin bi kar bînin û xwarinên sûdbexş û ava pak dabîn bikin û pêşî li metirsî û ziyanên gemarîbûna jîngehê bigrin.

d- Ew hewl didin ku berî û piştî welidîna dayikekê sexbêriya guncayî jê re dabîn bikin.

e- Ew hewl didin ku tevahiya birrên civakekê nemaze dê û bav û zarok, wan agahî û pêzanînên sereke peyda bikin û bi kar bînin ku ev agahî li ser tenduristî û xwedîkirina zarokan in, qala sûdên şîrê dayikan dikin û her wiha li ser tenduristiya civakekê û paqijiya jîngehê ne û dikin pêşî li qezeyan bigrin.

f- Ew tevdîra xwe dikin ku xizmetên parêzyar yên tenduristiyê, rêberiya dê û bavan, xizmet û perwerdehiya malbatplankirinê bi pêş bikevin.

3. Dewletên Peymandar, bi her awayî hewl didin ku pêşî li wan kirinên tradîsyonel bigrin ku ziyanê digihînin tenduristiya zarokekî.

4. Dewletên Peymandar, peymanê didin hev ku dê hevkariya navneteweyî xurt bikin û hana vê yekê bidin da ku ew maf ku di vê bendê de hatiye qebûlkirin, berebere bi her awayî bi cî bêne anîn. Di vê yekê de pêdiviyên welatên li ber pêşketinê nemaze li ber çavan têne girtin.

Benda 25an
Dewletên Peymandar, qebûl dikin ku zarokekî ew maf heye ku wê tedawî û bicîwarkirinê bi her awayî kontrol bike ku meqemên desthilatdar biryar daye ew zarok li derekê bê bicîwarkirin da bê parastin û sexbêriya wî bê kirin û ji aliyê laşî û derûnî ve bê tedawîkirin.

Benda 26an
1. Dewletên Peymandar, bîmeya sosyal jî tê de, qebûl dikin ku zarokek sûd ji sîstema ewlehiya sosyal wergire û li gorî qanûnên xwe tevdîra her tiştî dikin da ku ev maf bi her awayî bi kar bikeve.

2. Dema mafê ewlehiya sosyal tê dabînkirin, derfet û mercên zarokekî û yên ku sexbêriya wî dikin li ber çavan têne girtin an jî ew muracat li ber çavan têne girtin ku hewl didin zarokek sûd ji sîstema ewlehiya sosyal wergire.

Benda 27an
1. Dewletên Peymandar, qebûl dikin zarokekî ew maf heye ku bigihêje asta wê jiyanê ku dê bike ew ji aliyê laşî û hişî û derûnî û rewiştî û civakî ve bi pêş bikeve.
2. Pêkanîna wan mercên jiyanî ku ji bo pêşketina zarokekî pêwîst in, pêşiya pêşî li gorî derfet û hêza wan a diravî, berpirsiyariya dê û bavan an jî ya wan kesan e ku xwe dane ber sexbêrîkirina wî zarokî.
3. Dewletên Peymandar, li gorî hêza xwe ya aborî û derfetên xwe, ji bo ku ev maf bê bicihanîn, alîkariya dê û bavan an sexbêrîkarên zarokekî dikin û heke pêwîst bike nemaze di warê xwedîkirin û cil û mal peydakirinê de bernameyên alîkarî û piştevaniya diravî bi kar dixin.
4. Dewletên Peymandar, bi her awayî tevdîra xwe dikin da ku mesrefên sexbêrîkirina zarokekî ji aliyê dê û bavan û sexbêrîkarên wan ên darayî ve bêne dabînkirin çi li nav welatê Dewleteke Peymandar bin çi jî li welatekî dîtir bin. Nemaze dema sexbêrîkarê darayî yê zarokekî, li welatê wî zarokî an jî li welatekî dîtir bijî, Dewletên Peymandar hewl didin ku peymanên di vî warî de îmze bikin û digel vê yekê jî xizmet û bernameyên guncayî bi kar bixin.

Benda 28an
1. Dewletên Peymandar, mafê xwendin û perwerdeyê yê zarokekî qebûl dikin û ji bo ku ev maf berebere li ser bingeha yeksaniya firsendan bê bicihanîn;

a- Xwendina dibistana seretayî li herkesî ferz dikin û vê yekê bêpare pêktînin;

b- Ew hewl didin ku sîstema xwendina navendî hem bi awayekî giştî hem jî bi awayekî pîşeyî bi awayên cur bi cur bê pêkanîn û dikin ku tevahiya zarokan sûd ji vê yekê wergirin û heke pêwîst bike ew tevdîrên pêdivî dikin da alîkariya diravî ji zarokan re bê kirin û ev xwendin bêpare bê pêkanîn.

c- Ew hemû alavên guncayî bi kar tînin û dikin ku herkes li gorî karîn û zanîna xwe sûd ji xwendina bilind wergire;

d- Ew dikin ku pêzanîn û rêberiya bo hilbijartina xwendin û pîşeyan li berdestê hemû zarokan be;

e- Ew tevdîra xwe dikin ku zarokek bi rêk û pêk biçe dibistana xwe û rêjeya dibistan-terikandinê dakeve.

2. Dewletên Peymandar, bi her awayî tevdîra xwe dikin da ku dîsîplîna dibistanekê digel rûmeta zarokekî bigunce û ev dîsîplîn li gorî vê Peymanê bê meşandin.

3. Dewletên Peymandar, hewl didin ku hevkariya navneteweyî xurtir bikin da ku di warê xwendin û perwerdeyê de nemaze nezanî û nexwendewariyê kêm bikin û metodên modern yên xwendinê û zanabûna zanistî û teknîk bi hêsanîtir bê peydakirin. Di vê yekê de pêdiviyên welatên li ber pêşketinê nemaze li ber çavan têne girtin.

Benda 29an

1. Dewletên Peymandar, qebûl dikin ku perwerdeya zarokan li ser van armancên li xwarê be.

a- Heta ji wan tê pêşxistina kesayetî û şiyanên zarokan yên laşî û hişî.

b- Pêşxistina rêzgirtina zarokan ya li hemberî mafên mirovan û azadiyên sereke û prensîbên Peymana Neteweyên Yekgirtî.

c- Pêşxistina rêzgirtina zarokan li hemberî dê û bavên wan, nasname û zimanê wan, ya li hemberî nirxên neteweyî yên welatê ku zarok lê dijîn û jê hatine û rêzgirtina li hemberî şaristaniyên ciyawaz.

d- Divê zarokek wisa bê amadekirin da ku li civakeke azad bi berpirsyarî bijî û guh bide bêhnfirehî û aştî û yeksaniya navregezan û bi xweşî bi hemû mirovan re bide û bistîne çi ji komeke etnîk û neteweyî çi jî ji komeke dînî û binecî bin.

e- Pêşxistina rêzgirtina wan ya li hemberî jîngeh û sirûştê.

2. Ev bend û benda 28an dê bi tu awayî li dijî azadiya damezrandin û rêvebirina dezgehên xwendinê ji aliyê kesên rastîn û hukmî ve neyê şirovekirin bi wê mercê ku rêz li prensîbên li fiqreya yekem ya vê bendê bê girtin û ev perwerde bi kêmanî digel wan binemayan bigunce ku ji aliyê dewletê ve hatine danîn.

Benda 30an
Li wan dewletan ku kêmîneyên nijadî û dînî û zimanî an jî yên binecî hene, her zarokek ku ji van kêmîneyan e an jî ji gelên binecî ye, divê digel endamên dîtir yên van kêmîneyan sûd ji kultura xwe wergire û baweriya xwe bi cih bîne û zimanê xwe bi kar bîne.

Benda 31an
1. Dewletên Peymandar, wî mafê zarokan qebûl dikin ku divê vehesin, dema xwe ya azad bi kar bînin, tevî lîstik û şahiyên li gorî temenê xwe bibin û bi azadane beşdariyê di jiyana kulturî û hunerî de bikin.

2. Dewletên Peymandar, rêz li mafê zarokan yên beşdarîkirina di jiyana kulturî û hunerî digrin û han didin wan û hewl didin ku delîve û firsendên yeksan dabîn bikin da ku ew dema xwe ya azad bi kar bînin, vehesin û tevî çalakiyên hunerî û kulturî bibin.

Benda 32an
1. Dewletên Peymandar, wî mafê zarokan qebûl dikin ku her zarokek li dijî kedxwariya aborî û her karekî xeternak an jî wê xebatê bê parastin ku dê ziyanê bigihînin perwerde û pêşketina wî ya tenduristî û laşî û hişî û derûnî û rewiştî an jî civakî.
2. Dewletên Peymandar, ji aliyê qanûnî û îdarî û civakî û perwerdeyî ve tevdîra xwe dikin da ku ev bend bi cih bê anîn. Dewletên Peymandar, van armancan û hukmên belgeyên dîtir yên navneteweyî li ber çavan digrin û nemaze di van waran de tevdîra xwe dikin:

a- Ew yek an jî ji yekê zêdetir sînorên temenî yên asgarî datînin ji bo ku kesekî hildin kar.

b- Ew tetbîqên guncayî dikin ji bo maweya karekî û mercên wî.

c- Ew ceza û mueyideyên dîtir diyar dikin da ku ev bend bi awayekî karîger bi cih bê anîn.

Benda 33an
Dewletên Peymandar, aliyê qanûnî û sosyal û perwerde jî tê de, ji gelek aliyan ve tevdîra xwe dikin da ku di çarçoveya peymanên navneteweyî de zarokan biparêzin ji bikaranîna neqanûnî ya maddeyên hişber û psîkotrop û nehêlin ew bêne bikaranîn di warê hilberîn û qaxaçkariya van maddeyan de.

Benda 34an
Dewletên Peymandar, wê gerentiyê didin ku dê zarokek bê parastin ji hemû awayên hestbazî û destdirêjiya cinsî. Ji ber vê yekê dewlet di asta neteweyî û di pêwendiyên dualî û piralî de nemaze di van waran de tevdîra xwe dikin:

a- Da ku zarokek neyê xapandin û neçarkirin ku kirineke cinsî ya neqanûnî bike;

b- Da ku zarokek di warê fuhûş û kirinên cinsî yên neqanûnî neyê bikaranîn;

c- Da ku zarokek di nimayîş û materyalên pornografîk te neyê bikaranîn.

Benda 35an
Dewletên Peymandar, di asta neteweyî û pêwendiyên dualî û piralî de bi her awayî tevdîra xwe dikin da ku ji ber çi û bi çi awayî be nehêlin zarok bêne revandin û firotin an jî di warê fuhûşê de bêne bikaranîn.

Benda 36an
Dewletên Peymandar, dê zarokekî biparêzin ji hemû awayên hestbaziyê ku dê bi awayekî ziyanê bigihînin dilxweşiya wî.

Benda 37an
Dewletên Peymandar, van xalên li xwarê dabîn dikin:

a. Tu zarokek dê tûşî şkence ango helwest û cezayekî dîtir yên zordestane û nemirovî û sivikker nebe. Dema kesek ji 18 salî biçûktir be çawa ku nabe cezayê îdamê lê bê birîn, nabe cezayê heta dawiya temen jî lê bê birîn ku ev ceza mercê berdanê bi xwe ve nagre.

b. Nabe tu zarokek bi awayekî neqanûnî û kêfî ji azadiya xwe were bêparkirin. Girtin û binçavkirin û zîndanîkirina zarokekî dê li gorî qanûnan be û ev yek dê wekî tevdîra herî dawî bê dîtin û ev mawe heta bêje bes dê kurt be.

c. Rabûn û rûniştina digel wî zarokî ku ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin, dê bi awayekî mirovane û li gorî wê rêzgirtina di binyada kesayetiya mirovan de û pêdiviyên temenên wî be. Her zarokek ku ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin, heke ne li dijî berjewendiyên wî yên bilind be, nemaze dê ji mezinan bê cudakirin û mercên awarte ne tê de, dê ew maf hebe ku bi riya nivîsîn û dîtinê têkiliyê bi malbata xwe re dayne.

d. Ew zarok ku ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin, dê ew maf hebe ku gavek zûtir sûd ji alîkariya qanûnî û yên dîtir wergire û her wiha dê ew maf hebe ku li pêşberî dadgehan û meqemên dîtir yên bidesthilat û serbixwe û bêalî neheqiya li wî bûyî diyar bike û bixwaze ku gavek zûtir biryar bê dayîn di vê yekê de.

Benda 38an
1. Dewletên Peymandar, xwe dixin bin wê berpirsyariyê ku li gorî binemayên mirovî yên hiqûqa navneteweyî ku di dema lêkdana çekdarî de bi kartînin, tevbigerin û bikin ku herkes wisa tevbigere ku ev binema zarokan jî bi xwe ve digrin.
2. Dewletên Peymandar, bi her awayî tevdîra xwe dikin ku zarokên ji 15 salî biçûktir yekser tevî şer û lêkdanan nebin.
3. Dewletên Peymandar, nemaze xwe dûr digrin ji hildana zarokên ji 15 salî biçûktir bo serbaziyê. Dewletên Peymandar, heke pêwîst bike zarokên di navbera 15 û 18 salî de çek hilgirin, hewl didin ku yên mezintir vê yekê bikin.
4. Dewletên Peymandar, ji ber wê berpirsyariya xwe ku derbarê parastina mirovên sîvîl de di binemayên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî de hatiye diyarkirin, bi her awayî tevdîra xwe dikin ku wan zarokan ku lêkdanan tesîr lê kiriye, biparêzin û sexbêriya wan bikin.

Benda 39an
Dewletên Peymandar, bi her awayî tevdîra xwe dikin da ku ew zarok ku tûşî xemsarî û hestbazî û xirabiyê an jî tûşî reftar û cezayên zordestane û nemirovî û sivikker an jî tûşî lêkdanên çekdarî bûne, ji aliyê laşî û derûnî ve ji nû ve sererast bibin û bi civaka xwe re bibin yek. Ev sererastkirin û yekbûna bi civakê re di mercên wisa de tê kirin ku xwebawerî û rûmetdariya zarokekî zêdetir dike.

Benda 40an
1. Heke derbarê zarokekî de îddîa û tohmeta pêpeskirina qanûna cezayê hebe an jî ev pêpeskirin bê qebûlkirin, Dewletên Peymandar, temenê wî zarokî û jinûve guncandina wî digel civakê û pêkanîna rolekî avaker di civakê de li ber çavan digrin û qebûl dikin ku wisa digel wî muamele bê kirin ku rêzdarî û qedrê wî zêde bike û ew rêz li maf û azadiya kesên dîtir jî bigre.

2.Bi vê armancê û liberçavgirtina wan hukmên pêwendîdar yên belgeyên navneteweyî, Dewletên Peymandar nemaze van dabîn dikin:

a- Tu zarokek ji ber wê çalakiyê an sersariyê ku ev yek di dema kirina wê de di qanûnên neteweyî û navneteweyî de ne qedexe ye, nayê sûcdarkirin û tohmetbarkirin û dê neyê qebûlkirin jî ku wî zêdegaviyeke bi vî rengî kiriye.

b- Her zarokek ku tê îddîakirin û tohmetbarkirin ji ber pêpeskirina qanûna cezayê, bi kêmanî xwedan van gerentiyên li xwarê ye:

i. Divê ew bêguneh bêne zanîn heta tawanê derbarê wan de bi awayekî qanûnî bê selmandin;

ii. Divê ew derbarê tawanbariya li ser wan de di cî de û yekser bêne agahdarkirin; an jî heke guncayî be, bi riya dê û bav an jî wasiyên xwe yên qanûnî bêne agahdarkirin û alîkariya qanûnî an jî yên dîtir wergirin di dema amadekirin û pêşkêşkirina parastin-nameya xwe de.

iii. Li pêşberî meqem an jî dadgeheke bidesthilat û serbixwe û alînegir û wergirtina alîkariyeke adlî an jî ya dîtir û nemaze liberçavgirtina temen û rewşa zarok – heke ne li dijî berjwendiya wî ya bilind be- bi amadebûna dê û bav an jî wasiyê wî yê qanûnî, divê bi awayekî qanûnî, bi danîşînekê û zûtirê biryar bê dayîn li ser vê mijarê.

iv. Divê zor li wan neyê kirin ji bo şahidîkirin û lixwemukirhatinê; divê mercên yeksan bêne dabînkirin di jêpirsîna digel şahidên li dijî wan de û amadebûna wan şahidan û jêpirsîna digel wan ku di berjewendiya wan de ne.

v. Heke biryara dadgehê ew be ku qanûna cezayê hatiye pêpeskirin, divê meqem û dadgeheke bidesthilat û serbixwe û alînegir li vê biryar û berbendên ji ber wê hatine danîn, bikole bê li qanûnan diguncin an na.

vi. Divê wergêr alîkariya zarokekî bikin dema ew zimanê ku tê bikaranîn fêm neke û nikaribe bipeyive.

vii. Divê wî ew maf hebe ku bi her awayî rêz li nihênîbûna jiyana wî ya taybet bê girtin di hemû qonaxên teqîbatê de.
3. Dewletên Peymandar, ji bo wî zarokekî ku tê îddîakirin qanûna cezayê pêpes kiriye û bi vê yekê tê tohmetbarkirin û an jî tê qebûlkirin pêpeskarî kiriye, dê han bidin ku ew qanûn û usûl ku tenê li wî têne piyadekirin û meqem û dezgehên derbarê wî de bêne pêkanîn û digel vê yekê jî dê nemaze di van waran de hewl bidin:

a- Divê ew sînorekî temenî yê asgarî bo pêpeskirina qanûna cezayê diyar bikin û qebûl bikin ku zarokên ji vî temenî biçûktir ehlîyeta cezakirinê nîn e;

b- Heke guncayî û ciyê xwestinê be, divê bêyî teqîbata adlî ji bo van tevdîr bê dîtin bi wê mercê ku bi her awayî rêz li mafên mirovan û gerentiyên qanûnî bê girtin.

4. Di pêkanîna wan organîzekirinan de yên wekî tevdîra parastinê, biryarên bo rêliberxistin û çavdêrîkirinê, şêwirmendî, berdana mercdar, bicîhkirina bo sexbêrîkirinê, bernameyên perwerde û pîşefêrkirinê û alternatîfên dîtir yên sexbêriya dezgehî, dê wisa bê kirin ku li gorî rewşa zarokan û tawanê wan û dilxweşiya wan muamele digel wan bê kirin.

Benda 41an
Tu hukim ku di vê Peymanê de hatine dê tu tesîrê li wan hukman nekin ku dê bêtir xizmeta mafên zarokan bikin:

1. Ku di qanûnên Dewleteke Peymandar de,

2. Û di wan peymanên navdewletî de hatine ku vê dewletê qebûl kirine.

Benda 42an
Dewletên Peymandar, peymana wê yekê didin dê bikin ku zarok jî bi qasî mezinan bi riyên guncayî û karîger fêrî prensîb û hukmên Peymanê bibin.

Benda 43an

1. Komîteya Mafên Zarokan hatiye damezrandin da ku lê bikole bê Dewletên Peymandar çiqas wan erkên xwe pêktînin ku bi vê Peymanê xwe dane ber: Erkên vê Komîteyê li xwarê hatine diyarkirin.

2. Komîte ji 10 kesên şareza pêktê ku di wan waran de ku hukmên vê Peymanê destnîşan kirine, şareza ne û xwedan rewişteke bilind in. Endamên Komîteyê ji aliyê Dewletên Peymandar ve ji nav welatiyên xwe û li gorî sîstemên sereke yên hiqûqî û pêkanîna belavkirineke adil ya cografî û kirina erkeke şexsî têne hilbijartin.

3. Endamên Komîteyê, ji aliyê Dewletên Peymandar ve ji nav wan kesên di lîsteyê de bi dengdana veşartî têne hilbijartin. Her dewletek dikare ji nav welatiyên xwe şarezayekî berendam destnîşan bike.

4. Hilbijartina yekem ya bo Komîteyê, piştî bikarketina vê Peymanê di dirêjiya şeş mehan de tê kirin. Hilbijartin serê du salan carekê têne kirin. Bi kêmanî çar mehan berî hilbijartinê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî dê bi awayekî nivîskî ji Dewletên Peymandar bixwaze ku di du mehan de berendamên xwe destnîşan bikin. Peyre Sekreterê Giştî dê wê lîsteyê ku ji van kesan pêktê, digel destnîşankirina wan dewletan ku ew berendam nîşan dane, bi awayekî alfabetîk ragihîne Dewletên Peymandar.

5. Hilbijartin dê li civînên wan Dewletên Peymandar ku ji aliyê Sekreterê Giştî ve hatine vexwendin, li Navenda Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bêne sazkirin. Li van civînan ku nîsaba wê bi yek ji siyên Dewletên Peymandar pêktê, ew kes ku dengên herî zêde distînin bi piraniya reha ya dewletên ku amade dibin û deng bi kar tînin têne hilbijartin.

6. Endamên komîteyê bo çar salan têne hilbijartin. Heke ew ji nû ve wekî berendam bêne destnîşankirin, dê ji nû ve bêne hilbijartin. Erka wan pênc endaman ku di hilbijartina pêşîn de hatine hilbijartin piştî du salan diqede; navê van pênc endaman her piştî hilbijartina pêşîn bi pişkê ji aliyê serokê civînê ve têne diyarkirin.

7. Heke endamekî komîteyê bimre an dest ji kar berde an jî ji ber sedemeke dîtir nikaribe erka xwe ya li komîteyê pêkbîne, Dewleta Peymandar ku ew destnîşan kiriye, bi pesendkirina komîteyê, ji nav welatiyên xwe şarezayekî dîtir tayîn dike heta dawî li erka wî ya li nav komîteyê tê.

8. Komîte, nîzamnameya xwe navxweyî bi xwe diyar dike.

9. Komîte, karmendên xwe bo du salan hildibijêre.
10. Civînên komîteyê bi awayekî asayî li Navendan Rêxistina Neteweyên Yekgirtî an jî li ciyekî dîtir ku Komîteyê destnîşan kiriye, têne sazkirin. Komîte bi awayekî asayî hersal li hev dicive. Maweya civînên Komîteyê, heke pêwîst bike, bi wê mercê ku Lijneya Giştî pesend bike, bi civîneke Dewletên Peymandar tê diyarkirin û guhartin.

11. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî materyalên maddî û personelên pêwîst dixe ber fermana Komîteyê da ku wan erkan ku vê Peymanê dane wê bi awayekî karîger pêk bîne.

12. Endamên Komîteyê ku ji ber vê Peymanê hatiye damezrandin, bi pesendkirina Lijneya Giştî, wê mûçeyê distînin ku li gorî mercên Lijneya Giştî ji serwet û samanên Neteweyên Yekgirtî tê wergirtin.

Benda 44an

1. Dewletên Peymandar, ji bo ku mafên di vê Peymanê de bi kar bixin, wê peymanê didin ku amadekariya ku wan kiriye û pêşketina di vê yekê de;

a- Di dirêjiya du salan de piştî ku ev Peyman li ba Dewleta Peymandar bi kar ket;

b-Peyre serê pênc salan carekê bi raporan bi riya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî pêşkeşî Komîteyê bikin.

2. Di wan raporan de ku ji ber vê bendê têne girêdan, heke hebin, ew sedem û rêgir ku tesîrê li berpirsyariyên di vê Peymanê de dikin, dê bêne diyarkirin. Di raporan de dê ew agahî jî hebin ku dê bi berfirehî Komîteyê agahdar bikin bê hukmên Peymanê li welatê pêwendîdar çawa têne meşandin.

3. Ew Dewleta Peymandar ku ew rapora berfireh ya pêşîn pêşkêşî Komîteyê kiriye, ji ber binbenda 1ê (b) ya vê bendê dê di raporên dîtir de wan agahiyên sereke ku berê hatiye dayîn, dubare neke.

4.Komîteyê ew maf heye ku ji Dewletên Peymandar derbarê bicihanîna Peymanê de daxwaza her cure agahiyên zêde bike.

5. Komîte, serê du salan carekê bi riya Konseya Aborî û Sosyal, raporekê pêşkeşî Lijneya Giştî dike li ser çalakiyên xwe.

6. Dewletên Peymandar dikin ku raporên wan li welatê wan bi berfirehî belav bibin.

Benda 45an

Ji bo bi awayekî karîger bicihanîna Peymanê û handana hevkariya navneweteyî di warê Peymanê de;

a. Dam û dezgehên şareza, UNICEF û organên dîtir yên Neteweyên Yekgirtî ew maf heye ku nûnerekî wan hebe di dema lêkolandina bicihanîna wan hukmên Peymanê de ku pêwendî hene bi warê wan ve. Komîte dikare dam û dezgehên şareza, UNICEF û dam û dezgehên dîtir vexwîne da ku dîtinên xwe pêşkêş bikin di warên xwe de. Komîte dikare dam û dezgehên şareza, UNICEF û organên dîtir yên Neteweyên Yekgirt vexwîne da ku raporekê pêşkêş bikin li ser bicihanîna Peymanê di warê xwe de.

b. Komîte, heke guncayî bizane, her raporekê ku Dewletên Peymandar pêşkeş kiriye û daxwazekê an pêşêwirîneke teknîk an jî daxwaza alîkariyê bi xwe ve digre, heke pêwîst bike, pêşniyaz û çavdêriyên Komîteyê yên derbarê vê daxwaz û pêdiviyê de lê zêde dike û wisa ji dam û dezgehên şareza û UNICEF û dam û dezgehên dîtir yên bidesthilat re dişîne;

c. Komîte dikare wê pêşniyazê li Lijneya Giştî bike ku ji Sekreterê Giştî bixwaze da li ser navê Komîteyê lêkolînan bide kirin di warê arîşeyên derbarê mafên zarokan de.

d. Komîte, dikare xwe bispêre wan agahiyên di bendên 44 û 45an yên vê Peymanê de û wisa pêşniyazên giştî bike. Ev pêşniyazên giştî ji hemû Dewletên Peymandar yên pêwendîdar re têne şandin û heke hebin, tevî şîroveyên Dewletên Peymandar pêşkêşî Lijneya Giştî têne kirin.

Benda 46an

Hemû dewlet dikarin vê Peymanê îmze bikin.

Benda 47an

Qebûlkirina vê Peymanê dimîne ser pesendkirina wê. Belgeyên Pesendkirinê dê pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bêne kirin.

Benda 48an

Hemû dewlet dikarin beşdariyê di vê Peymanê bikin. Belgeyên beşdarîkirinê dê pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bêne kirin.

Benda 49an

1. Ev Peyman dê bi kar bikeve piştî pêşkêşkirina belgeya pesendkirinê ya bîstem an jî beşdarîkirinê bi 30 rojan bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî.

2. Piştî pêşkêşkirina belgeya pesendkirina bîstem an jî beşdarîkirinê dê ev Peyman bê pesendkirin an jî ji bo her Dewleteke Peymandar, dê piştî pêşkêşkirina belgeya pesendkirin û beşdarîkirinê ya dewletekê bi 30 rojan bi kar bikeve.

Benda 50an

1. Her dewletek ku ev peyman qebûl kiriye, dikare pêşniyazekê bike li ser guhartina wê û belgeya li ser vê yekê pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bike. Sekreterê Giştî dê vê pêşniyaza li ser guhartinê bigihîne Dewletên Peymandar da ku li wê bikolin û jê re ragihînin ka pêwîst dike Konferanas Dewletên Peymandar bê sazkirin ji bo bidengxistina vê pêşniyazê. Piştî ragihandina vê yekê bi çar mehan, heke yek ji siyên dewletên Peymandar qebûl bikin ku ev konferans bê sazkirin, Sekreterê Giştî dê di bin banê Neteweyên Yekgirtî de vê konferansê saz bike. Ev guhartin ku dê bi piraniya dewletên li konferansê amadebûyî bê qebûlkirin, dê pêşkêşî Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekgirtî bê kirin bo pesendkirina wê.

2. Ew guhartin ku li gorî fiqreya yekem ya vê bendê hatiye qebûlkirin, dê bi kar bikeve ku ji aliyê Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekgirtî ve hate pesendkirin û ji aliyê piraniya du ji siyan ya Dewletên Peymandar ve hate qebûlkirin.

3. Ev guhartin dema bi kar bikeve dê wan Dewletên Peymandar ku ev guhartin qebûl kiriye, bike pabendê xwe. Dewletên dîtir yên Peymandar dê pabendî hukmên vê Peymanê û wan guhartinan bin ku berê qebûlkirinê.

Benda 51an

1. Sekreterê Giştî yên Neteweyên Yekgirtî dê teksta wan îhtîrazan ku dê di dema pesendkirin û beşdarîkirinê de bêne kirin, wergire û ragihîne tevahiya dewletan.

2. Dê pêşî li wan hemû îhtîrazan bê girtin ku digel armanc û naveroka vê Peymanê naguncin.

3. Ev îhtîraz ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ve, bi riya wê ragihandinê ku dê bi şûn de bê wergirtin, dê hertim bi şûn de bê wergirtin. Li ser vê yekê Sekreterê Giştî dê tevahiya dewletan agahdar bike. Ragihandineke bi vî rengî dê wê rojê ku ji aliyê Sekreterê Giştî ve hate wergirtin, bi kar bikeve.

Benda 52an

Dewleteke Peymandar, bi wê ragihandina nivîskî ku dê bide Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, dikare vê Peymanê betal bike. Ev betalkirin piştî saleke bi wergirtina vê ragihandinê ji aliyê Sekreterê Giştî ve dê bi kar bikeve.

Benda 53an

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî wekî ew meqem ku dê ev Peyman jê re bê pêşkeşkirin hatiye diyarkirin.

Benda 54an

Teksta resen ya vê Peymanê ku tekstên wê yên bi zimanê Îngîlîzî û Erebî û Çîni û Spanî û Frensî û Rûsî jî bi heman awayî li kar in, dê pêşkeşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bê kirin. Wan nûneran ku hikumetên wan desthilateke temam dayê û îmzeya wan li xwarê ye, li gorî binemayên li jorê, ev Peyman îmze kiriye.

Qeydeke Îhtîrazî: Komara Tirkiyeyê wê yekê mafê xwe dizane ku hukmên maddeyên 17, 29 û 30 yên Peymana Zarokan ya Neteweyên Yekgirtî, li gorî hukm û naveroka Destûra Komara Tirkiyeyê û Peymana Lozanê ya li 24ê tîrmeha sala 1923an şîrove bike.