֎Xebata Rengan – Kolaj/Veguhestin/Kargeha Peykeran9 Sibat – 2 Adar 2019

Projeyên wek Xebata Rengan, Kargeha Kolajan, Kargeha Veguhestinê û Kargeha Peykeran a ku 5 hefte berdewam kirin ku ji aliyê Neşe Toprak ve hatibû amadekirin û di çarçoveya “Bernameya Piştgiriyê ya ji bo Xebatên Zarokan” ji aliyê Anadolu Kultur û “Kompentenz Interkulturelle Jugendhilfe” ve piştgiriya wê hatibû kirin hatin temamkirin.

֎Ji Xebata Rengan…


֎Rojên Çîrokan Adar&Avrêl 2019

Me ango Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, di mehên Adar û Avrêlê de her rojên şemîyê me bi zarokan re çîrok xwendin û nivîsandin. Di wan rojan de çîrokên Kurdî û Tirkî hem hatin xwendin hem jî hatin nivîsandin. Ji bo alîkarîya wan, em spasîya perwerdekarên dilxwaz û Ma Musicê û Amidartê dikin.

֎Ji Rojên Çîrokan..


֎Bi Zarokan re Atolyeya Felsefeyê 16-18 Avrêl 2019

Ji bo tevlîbûna zarokan, bi fînanseya Bernameya Mikro-Fonê – Ji Bo Zarokan Atolyeya Felsefeyê pêk hat. Atolye, 16-18 Avrêl 2019an de bi beşdarîya 100 zarokan li Koleja Dicle Firatê pêk hat. Bi perwerdekarîya Onur Bakir û bi alîkarîya Aslan Aydogan, Serdal Aman, Adar Bozaner, Nergîz Çelebî, Evîn Dulek, Welat Tayfur, Devrîm Demîr û Serhat Nazlier li Koleja Dicle Firatê me mazûvanîya vê bernameyê kir. Bi zarokan re, li ser zordarîya hevsalan, hişmendîya sirûştê, mafên zarokan, tevlîbûna zarokan û rîskên medyaya civakî atolye hatin lidarxistin.

֎Ji Atolyeya Felsefeyê..


֎Çalakiya Dawiya Salê

Di salekê de, em ji mamoste û hevalên xwe fêrî gelek tiştan bûn.

Em bi lîstikan lîstin û me pêlîstokên xwe çêkirin.

Me dar çandin hewşê.

Me werzîş (spor) kir.

Me stran stîrîn, û helbest ji ber kirin.

Me hevalên nû nas kirin.


Û êdî tetîla havînê dest pê dike. Berî em dest bi tetîlê bikin, ji bo ku mezinên me jî bibînin ka me di salekê de çi kiriye, em bi mamosteyên xwe re pir xebitîn.

Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, bi zarokên saziya “Karenin Dışında Kreş ve Anaokulu” re, di dawiya salê de, çalakiyek li darxist.

Di çalakiya ku malbat temaşekar bûn, de, zarokan stran gotin û li enstrûmanên xwe dan. Zarok reqisîn, helbest xwendin û stran gotin.


֎Ji Çalakiya Dawiya Salê..

Xebat û Çalakîyên Me